​​​​​​​Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serlêdan kirin.

​​​​​​​Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
4 cotmeh, 2022   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, ku 18 meh in agahiyê jê nagirin, serlêdan kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.