​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedana gelên herêmê timayên dewleta Tirk eşkere kirin

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirekr Sûriye wêran kir û sûrî qetil kirin û got "Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna wan a bênavber siyaset û niyetên dewleta Tirk ên li Sûriyê eşkere kirin."

​​​​​​​Xerîb Hiso: Berxwedana gelên herêmê timayên dewleta Tirk eşkere kirin
4 cotmeh, 2022   09:34
HESEKÊ

Meclisa Navçeya Holê ya Hesekê ji şêniyên herêma rojhilatê kantonê re civînek li ser pêşdeçûnên dawîn ên siyasî li dar xist. Di civînê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso rewşa siyasî ya dawî nirxand.

Di civînê de bi dehan rûspiyên eşîrên Ereb, şêniyên herêma rojhilat, nûnerên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di civînê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso li ser rewşa li welat, bi taybet a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, projeya Rêveberiya Xweser û rola wê di çareserkirina krîza Sûriyê û hevgirtina gelên herêmê ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirreng a nenavendî axivî.

Xerîb Hiso îşaret bi projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nûnertiya Rêveberiya Xweser û çawaniya giştîbûna wê li Sûriyê kir û çawa gelên herêmê ji azaran rizgar kir.

Hiso got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sûriyan bûn neynika civakê û modela herî guncaw. Ji ber ku gelek çand hembêz kirin. Bi rastî jî ev projeyeke yekane ye. Rojane bi pêş dikeve. Li gorî derfetên heyî me gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin."

Hiso bal kişand ser wêranî, xerabî, koçberî û windabûna bi hezaran sûriyan ji ber tunebûna nîşaneyên çareserkirina krîzê yên ji ber siyasetên çavnebar li welat û israra desthilatê di fikr, îdeolojî û berjewendiyên xwe li ser hesabê sûriyan de û wiha domand: "Bi hezaran sûrî hatin kuştin û ji ber tunebûna çareseriya krîza Sûriyê ji hêla aliyên li Sûriyê ve, gelek parçeyên Sûriyê hatin dagirkirin."

Hiso bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku li Sûriyê û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk li ser êrişkirinê û dagirkirinê hate damezirandin, sûrî qetil kirin, koçber kirin û xaka wan dagir kir. Ew yek ji ber siyaseta wê ya qirêjî pêk hat."

Hiso diyar kir ku tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin bi hevgirtina pêkhateyan bû û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber têkoşîn û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetên AKP’ê û Erdogan hatin eşkerekirin û di nava civata navneteweyî de bi tenê ma û rûyê wê yê rastîn ji cîhanê re hate eşkerekirin."

Her wiha di civînê de rûspî û şêxên eşîrên herêmê axivîn û bal kişand ser çawaniya sekna li hember van siyasetan û hevgirtina gelên herêmê û kombûna li dora Rêveberiya Xweser û hêzên wê.

(fr)

ANHA