Bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê Rêveberiya Xweser sibe dike betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê sibe li tevahî dibistanan betlane ye.

Bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê Rêveberiya Xweser sibe dike betlane
4 cotmeh, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê giştînameyek ji tevahî deste û komîteyên perwerdeyê yên rêveberiyên xweser û sivîl re (bi hejmara 9’an) derxist û diyar kir ku li gorî qanûna betlaneyan a fermî ya ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi hejmara 3’yan a 2020’an, sibe bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê betlane ye.

Di giştînameyê de wiha hate gotin: “Sibe li tevahî dibistanên fermî yên Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê (05.10.2022) bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê betlane ye.”

(fr)