​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ji bo vegera Tevgera Sedr li parlamentoyê hewldan hene

Rojnameyên erebî yên vê sibehê ragihand ku çavkaniyên nêzî Tevgera Sedr diyar dikin ku îhtîmal e Tevgera Sedr vegere parlamentoyê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ji bo vegera Tevgera Sedr li parlamentoyê hewldan hene
4 cotmeh, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‛HEWLÊN VEGERA TEVGERA SEDR LI PARLAMENTOYA IRAQÊ’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Ruxmî rageşiya axaftinên kesayet û platformên nûçeyên nêzî yan jî girêdayî Tevgera Sedr têkildarî helwesta ji avakirina hikumeta bê û girêdana wan bi derketina 73 parlamenterên tevgerê ji parlamentoyê di Tîrmeha borî de, lê çavkaniyên nêzî desteya siyasî ya tevgerê û kesayetên tê de texmîn dikin ku ji nû ve tevger vegere parlamentoyê û îstîfaya parlamenteran ji nû ve berçav bigirin.

Çavkaniyan diyar kir ku hin hewl û tevger ji hêla hin kesên Tevgera Sedr hene ku şêwirên qanûnî ji bo vegera li parlamentoyê bi rêya biryara Dadgeha Federal wergirin.

Çavkaniyan diyar kir ku hin hewldan û tevgerên hin kesayetên Tevgera Sedr ji bo wergirtina şêwirên qanûnî ji bo amadekirina vegera wan bi rêya biryara Dadgeha Federal a ku berî niha vegerandina Sedr ji bo parlamentoyê ne derbasdar kiribû hene, ji ber ku partiyên din ên ji bilî Sedr û ji derketina parlamentoyê zirar li wan nebûne, wan doz vekirin. Çavkaniyan diyar kir ku qezenckirina dozê ku qaşo mentiqî ye, ger yek ji parlementerên Sedr an jî komek ji wan li pêş Dadgeha Federal pêşkêş bike."

‛XETA GAZÊ YA NÎJERYAYÊ BI RÊYA LÎBYAYÊ YA BI DESTEKA DEWLETA TIRK PLANÊN CEZAÎRÊ XIRA DIKE’

Li ser dosyaya gazê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Dewleta Tirk derbasî xeta gazê ya li Afrîkayê bû û ew sûdê ji serhişkiya Cezaîrê ya li hember Mexribê werdigire û hewl dide xeta boriyên Nîjeryayê li şûna di Cezaîrê yan jî Mexribê re derbas dibe, di Lîbyayê re derbas bibe. Ew yek dihêle ew bibe navbeynkar û gazê ji Nîjeryayê derbasî Ewropayê bike, mîna çawa hewl da bibe xeleka navbeynkar di gaza rojhilatê Deryaya Spî û gaza Asyaya Navîn de.

Çavdêrên lîbyayî da zanîn ku dewleta Tirk ku şandeyeke wezaretê ya payebilind ji bo wergirtina qezencên zêde û peymanên xwedî berjewendiyên stratejîk şandiye Lîbyayê. Ji ber dizane ku lîbyayî ne di rewşeke ewlehî, siyasî yan jî aborî de ne ku bikarin derbasî xeta anîna gazê ji Nîjeryayê pêk bînin û di welatê wan re derbasî Ewropayê bibe.

Ji bo wê jî, şandeyeke wezaretê ya dewleta Tirk çû Terablusê da ku hikumeta Ebdulhemîd Debîbe teşwîqî li ser xwesteka xeta gazê ya Nîjeryayê bike ku di Lîbyayê re derbas bibe. Ew yek dihêle li şûna dewleta Tirk teslîm bigire û ji bo şîrketên wê bixebite.

Duh, şandeyeke Tirk ku tê de wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu, wezîrê enerjiyê û daneyên xwezayî Fatih Donmaz, wezîrê parastinê Hulusî Akar, wezîrê bazirganiyê Mehmet Mûş û serokê daîreya peywendiyan Fahrettin Altun û berdevkê serokkomariyê Îbrahîm Kalin hebûn, gihaşt Terablusê."

‛DI 2 ÊRIŞÊN XWEKUJÎ YÊN LI SOMALIYÊ DE BI DEHAN KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE’

Têkildarî rewşa Somaliyê rojnameya Îtîhad El Îmaratî ev tişt nivîsî: "Di 2 teqînên xwekujî yên li dijî berpirsên herêmî li bajarokê Beldowîn ê herêma Hîran a Somaliyê de 14 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê êrişa xwekuj a sêyemîn a bi erebeya bombebarkirî têk bir, di heman demê de artêşa Somaliyê rêveberekî payebilind û serekê muhtemel ê milîsên "Şebab" a terorîst bi operasyonekê li başûrê welat kuşt.

Hikumeta Somaliyê duh ragihandibû ku di 2 teqînên xwekuj ên bi erebeyên bombebarkirî de herî kêm 14 rayedarên hikumetê hatin kuştin."

(fr)