Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dorpêçê mûnêya zivistanê amade dikin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal mûnê ya zivistanê amade dikin ku li herêmê çandeke kevnare ye. Li gel dorpêçkirina herêmê ji gelek aliyan ve, girîngiyeke zêde ya mûnê heye ku bi taybet di zivistanê de sebze kêm dibin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dorpêçê mûnêya zivistanê amade dikin
4 cotmeh, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN- NISRÎN ŞÊXO-RÊNAS REMO

Her sal bi hatina payîzê re jinên sûrî amadekariya “mûnêya malê” dikin da ku zivistanê pêşwazî bikin. Jin vê çanda kevnare ku ji nifşekî derbasî nifşekî dibe, didomînin.

Çêkirina “mûnê” di gelek civakan de kevneşopek e, nexasim li cem dayikan ên ku demên xwe ji bo amadekirin û depokirina mûnê ji zivistanê re vediqetînin. Mekdûs, milûxiyê, bilxur, nîsk, firîk, mast û tiştên jê tên çêkirin, pelên tirî, tirşî, dimsê firingî û îsotan û cureyên cuda yên leçerê tên depokirin.

KONGRA STAR DESTEKÊ DIDE JINAN

Lê belê îsal ji bo piraniya jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cuda bû. Ji ber rewşa aborî ya xirab û bilindbûna nirxên madeyên xwarinê jinan mûna zivistanê amade nekiriye.

Bihabûna kel û pelan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê encama dorpêça hêzên hikumeta Şamê ye ku nahêle madeyên pêwîst bigihêjin her du taxan.

Ji ber wê yekê, Komîteya Aboriya Komînal a KongraStar destekê dide jinan. Komîteyê ji bo amadekirina mûnê, peydakirina pêdiviyên şêniyên her du taxan di zivistanê de û pêşkêşkirina mûnê bi nirxekî erzan, hejmareke jinên bi dilxwazî kar dikin, tev li xwe kir.

Komîteya Aboriya Komînal a Kongra Star berpirsa birxêstinkirina çalakiyên aborî yên jinan e, her wiha di hemû astan de li dijî siyasetên keysbaziyê kar dike, aboriya civakî û ekolojîk xurt dike, kooperatîfên jinan di warên çandinî, saziyan, karên destan û hemû qadên din de bi pêş dixe.

Têkildarî mijarê, endama rêveber a Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Xezalê Şêx Mûsa got: “Niha bi hevkariya hejmareke jinên bi dilxwazî kar dikin, li ser bingeha komînalbûnê, bi hezkirin û heweseke mezin em milûxiyê depo dikin.”

Karên depokirina mûnê li navenda Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd tê kirin.

Xezalê destnîşan kir ku kar dê sûdê li jinên bi dilxwazî tev lê bûne, bike û got: “Jinên bi dilxwazî kar dikin dê para xwe ji mûnê bigirin, ku têrî wan û malbatên wan bike. Armanceke din a projeyê heye ku serxwebûna jinan a madî pêk bîne û aboriya wan xurt bike.”

Xezalê diyar kir ku mûnê ya zêde bimîne, dê li sûkan bi nirxekî erzan li gorî rewşa jiyanî ya şêniyan û bi nirxekî kêmtirî ji yê sûkan, bê firotin.

PARASTINA ÇANDÊ JI TUNEBÛNÊ

Komîteya Aboriyê dest bi paqijkirina 300 kîlo milûxiyê ya kesk kiriye. 7 jinên bi dilxwazî kar dikin tevî 3 endamên komîteyê ji saet 9’ê sibehê heta 3’yê piştî nîvro kar dikin.

Li gorî Xezalê, ne tenê milûxiyê tê amadekirin, lê belê dema ku ew miqdar bi dawî dibe miqadarên din tînin û piştre dê dimsa îsotan jî çêkin.

Ji bo nirxê wan jî, Xezalê destnîşan kir ku milûxiyê ya bi awayekî paqij tê amadekirin dê bi nirxekî guncaw bê firotin.

Hêvîn Hesen a ji gundê Berodê ku bi dilxwazî kar dike, dibêje: “Em jin bi ken û sohbetên xweş li hev dicivin û kar dikin. Em ne bi zehmetiya kar, ne jî bi demê dihesin.”

Hêvîn da zanîn ku mûnê ne tiştekî nû ye û got: “Depokirina mûnê çandek e, ji pêşiyên me derbasî me bûye, sûdê li me dike. Em kêfxweş in ku vê çandê ji tunebûnê diparêzin.”

DAYIKA HILWA BI SÎSTEMA XWETÊRKIRINÊ LI HEMBER BANDORÊN ŞER DISEKINE

Dayika Hilwa erdê mala xwe veguherandiye baxçeyekî biçûk, tê de hemû cureyên sebzeyan çandine da ku pêdiviyên mala xwe yên rojane peyda bike û yên mayî jî ji mûnê re bihêle. Ev nimûneya pêkanîna rêgezên şerê gel ê şoreşgerî û sîstema xwetêrkirinê ye. Dayika Hilwa bang li jinan dike ku di piştevaniya gel û bêbandorkirina şer de hemwextî gefên dagirkeriya Tirk û rewşa awarte ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola xwe bilîzin.

Dayika Hilwa her sibe di nav baxçeyê xwe yê biçûk re digere, berhemên xwe bi hezkirin av dide, gihayên bizirar hildike û bala xwe dide berhemên ku bi kedeke mezin lê nihêriye. Êdî her parçeyekî vê axê bûye sebra wê. Ev dîmen asta girêdana jinê bi axê re nîşan dide.

Hilwa Hisên Mihemed (50) ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye ku axa mala xwe veguherandiye baxçeyekî biçûk, tê de hemû cureyên sebzeyên havîn û zivistanê diçîne, pêdiviyên mala xwe û cîranên xwe peyda dike, yên mayî jî ziwa dike û ji bo mûnê depo dike.

Yadê Hilwa dibêje: “Sebzeyên malê ji yên li sûkan xweştir û bi tenduristir in. Her wiha çandina malê lêçûnê kêm dike û rengekî xwetêrkirinê ye.”

Her wiha destnîşan kir ku çandina li malê bi taybet li gel rewşa awarte ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, sûdê li wan dike.

Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî di bingeh de xwe dispêrê têkoşînê û birêxistinbûna gel û piştevaniya hêzên leşkerî li gorî teoriyeke şoreşgerî ya parastinê li dijî hemû rengên dagirkerî, zilm û zordestiyê. Ji rêgezên wê yên sereke, xwebawerbûn, girêdana welatparêzî di navbera gel û xakê de, berxwedan, amadekariyên ji aliyên lojîstîk û derûnî ji bo demeke dirêj e. xwezaya vî şerî ji şerên din cuda ye, ev şerekî demdirêj e û dibe ku bi salan bajo.

Di wê çarçoveyê de, yadê Hilwa destnîşan kir ku bi ragihandina rewşa awarte re wê mûnê ya mala xwe depo kir da ku ji rewşên awarte re amade be. Her wiha bang li jinan kir ku xwe wekî şoreşgeran amade bikin û li hember şer bisekinin, erdê malên xwe biçînin, xwe li ser çekan û destwerdanên lezgîn perwerde bikin.

Hilwa destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên herêmî ve hatiye dorpêçkirin û bi xwespartina hêza xwe û madeyên heyî gelê herêmê dikare parçeyekî ji vê dorpêçê bişikîne û li hember hemû astengiyan bisekine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Tîrmeha borî de li hember gefên dagirekeriya Tirk rewşa awarte ragihandibû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P2fEJOr4oeY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>