Bîlançoya êrişên duh ên dagirkeriyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Dagirkeriya Tirkiyê duh gelek êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Di van êrişan de BKC, doçka, top, obus, balafiryên keşfê yên bi çek û balafiryên şer hatin bikaranîn. Di encama êrişan de gelek zirarên madî çêbûn û 4 welatî birîndar bûn.

Bîlançoya êrişên duh ên dagirkeriyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê
4 cotmeh, 2022   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Devleta Tirk a dagirker, ji sînorên xwe û ji cihên di nava xaka Sûriyê de dagir kirine, li ser welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike. Heya niha di van êrişan de sedan hemwelatî şehîd û birîndar bûne. Her wiha bi deh hezaran hemwelatî neçar mane koçber bibin.

Li kêleka vê gelek caran malên welatiyan û cihên xizmetguzariyê rastî êrişan hatine û zirarên madî çêbûne. Bi taybetî bi van êrişan xetere li ser jiyana hemû welatiyan çêdibe û dagirkeriya Tirk dixwaze bi van êrişan ewlehiya heremê têk bibe.

D 3’yê Cotmehê 2022’an de (duh) jî ji danê sibehê heya derengiya şevê li Bakur û Rojhilatê Suriyê li ser heremên wekî Kobanê, gundewarên li rojavayê Girê Spî, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê dewam kirin. Di van êrişan de BKC, doçka, hewan, obus, balafirên keşfê yên biçek û balafirên şer hatin bikaranîn. Her wiha li ser gundên nêzikî sînor gule hatin reşandin. Ji duh sibê ve li ser van herêman tevgera balafirên keşfê yên dagirkeriyê hebû, heya niha jî ev tevger dewam dike. Her wiha duh êvarê li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî tevgera balafirên şer hebû.

Di encama êrişan de li gundewarên ku êriş li ser çêbûne zirarên madî çêbûn, her wiha 4 welatî birîndar bûn.

Bîlançoya êrişên duh bi vî şeklî ye:

- Di Saetên sibê de li ser Kobanê tevgereke zêde ya balafirên keşfê hebû, heya derengiya şevê vê tevgerê dewam kir.

- Saet 17:00’an de welatiyên gundê Qeremox ê Kobanê, bi BKC û doçkayan hatin gulebarankirin.

- Saet di 19:20’an de gundê Karamox ê li rojhilatê Kobanê hate topbarankirin.

- Saet di 19:50’yan de gundê Qîbûr Qerecne yê bakurê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê hate topbarankirin.

- Saet di 20:00’an de gundê Til Şeîr û Mezra Abrûş yên li rojavayê Kobanê jî hatin topbarankirin. Piştre gundên Kobanê yên li ser sînor hatin topbarankirin.

- Saet di 20:20’an de gundewarên rojhilatê Eyn îsa û rêya M4, gundên Xanê û Qizelî yên Girê Spî hatin topbarankirin. Her wiha gundê El Bobî û taxa rojava ya navçeya Zirganê ya kantona Hesekê hatin topbarankirin.

- Saet di 21:00’an de tevgera balafirên şer û balafirên keşfê li ser sînorên herêma Kobanê geriyan.

- Saet di 22:30’î de gundê Sîlim ê li rojavayê Kobanê hate bomberankirin.

- Saet di 22:45’an de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ve gundê Leben ê li rojavayê navçeya Til Temirê ya kontana Hesekê hate toprankirin. Di encama wê topbaranê de 4 welatî birîndar bûn, navên birîndan wisa ne; Qusey Musa El Feqîr, Ebîd El Mecîd El Ferec, Necîm Abdulah Hebîb û Hec Îbrahîm Feqîr.  

- Saet di 23:00’yan de gundên Cehbel û Mişerfê yên Eyn Îsayê û rêya M4 ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

- Saet di 23:00 yan de li derdorê gundê Koran ê Kobanê ji aliyê balafirên şer ên dagirkeriyê ve hate bomberankirin.

Heya vê gavê jî li ser herêma Kobanê tevgera balafirên keşfê yên biçek û balafirên şer heye.

ANHA