​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundewarê Eyn Îsa, Girê Spî û navçeya Zirgan daye ber topan

Rojhilatê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî û navçeya Zirganê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundewarê Eyn Îsa, Girê Spî û navçeya Zirgan daye ber topan
3 cotmeh, 2022   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ragihandine, dewleta Tirk a dagirker, rojhilatê navçeya Eyn Îsa, rêya M4, gundê Xane Qezelî yê kantona Girê Spî bi dijwarî topbaran dike.

Li kantona Hesekê jî dagirkeriya Tirk gundê El Bobî, taxa xerbî yê navçeya Zirgan bi çekên giran û hawinan topbaran dike.

Lê agahiyên der barê topbaranê û encamên wê de nehatin bidestxistin.

ANHA