Nûçegehanên Çira TV hatin berdan

2 nûçegihanên Çira TV û ajokarê bi wan re, ku ji aliyê artêşa Iraqê li Şengalê hatibûn girtin, serbest hatin berdan.

Nûçegehanên Çira TV hatin berdan
3 cotmeh, 2022   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku îro nêzî saet di 18:00`an de li ser rêya Qibayil ku ji aliyê Tilezêr derbasî Şengalê dibe 2 nûçegehanên Çira TV; Cîger Çelkî û Cîlan Hebabî û ajokarê bi wan re Farsi Casim ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin û ew birine baregaha artêşê ya li Şengalê.

Lê her du nûçegihan û ajakorê bi wan re hatin berdan. Li gorî wan, ji ber ku destûr ji rêveberiya Musilê negirtiye, rê nehatiya dayîn ku kar û xebatên xwe bidin meşandin. Ji wan hatiye xwestin ku ji bo bikarin karê xwe bikin, pêwîst e ji berpirsê Operasyonên Musilê destûrê bigirin.

Hêjeyî gotine ye ku beriya niha jî gelek caran rojnamevanên Çîra TV ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine destgîrkirin. Heya niha 2 endamên Çira TV bi guleyên artêşa Iraqê birîndar bûne.