KCK: Hêvîdar in bîranîna Mam Celal bibe sedema yekitiya neteweyî û têkoşîna dijî dagirkeriyê

Konseya Rêveber ya KCK’ê bi boneya koça dawî ya Mam Celal peyamek weşand. KCK’ê di peyama xwe de got; “Serok Mam Celal Telabanî, weke pêşeng, têkoşeker, siyasetmedar, kesayetek nîştiman hem di vê sedeya bîstem hem jî di sedeya bîst û yekem de, mohra xwe li dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurd daye.”

KCK: Hêvîdar in bîranîna Mam Celal bibe sedema yekitiya neteweyî û têkoşîna dijî dagirkeriyê
3 cotmeh, 2022   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 5’emîn salvegera koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan YNK’ê û serokkomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî, Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek weşand.

Peyama KCK’ê ya ji bo YNK’ê wiha ye:

“Birayê birêz Bafil Celal Talebanî, hevalên birêz Mekteb Siyasî, Desteya Rêveber ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê û civaka niştîmanperwer ya Kurdistanê.

Di pêncemîn salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî serokkomarê berê yê Iraq û Sekreterê Giştî yê YNK’ê de, em li ber vê têkoşerê mezin yê gelê xwe, xebat û têkoşîna wî ya bilind û pîroz serê xwe ditewînin.

Serok Mam Celal Telabanî, weke pêşeng û têkoşeker, siyasetmedar û kesayetek nîştiman hem di sedeya bîstem hem jî di sedeya bîst û yekem de, mohra xwe li dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurd daye. Bê guman kesayeta nîştiman û têkoşîna Mam Celal ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li hemû beşên din yên Kurdistanê xwedî rol û bandor bû. Bi taybet hevaltî û dostaniya Mam Celal, Rêber Apo, mamosta Îbrahîm Ehmed rê li ber gelek destkeftiyên netewî û nîştimanî vekirye û bûye hîmek ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê.

Bi taybet serok Mam Celal beriya nexweş bikeve, weke dilsoziyek, ji bo azadiya Rêber Apo, dest bi amadekariya konferansek navnetewî kiribû.

Divê dema niha ku hemû parçeyên Kurdistanê ji ber êrişên dagirkeran, di qonaxek dijwar re derbas dibe, hemû Rohilata Navîn, bi tayet Iraq rastî qeyranek kûr ya siyasî û civakî bûye, ji hemû demê zêdetir pêwîstî bi bingehê wergirtina kesayeta netewî, nîştiman, pisporê dîplomasî, hunerê aştîxwazî û diyalogê yê Mam Celal heye.

Hêvîdarîn bîranîna Mam Celal bibe sedema yekîtiya netewî û têkoşîna dijî êriş û dagirkeriya ser Kurdistanê.”

Bi heman armancê li bajarê Silêmaniyê şandek KNK’ê çû ser gora Mam Celal û destegulek danîn ser gorê.

Her sal di vê rojê de malbat, nûnerên partiyan serdana gora Mam Celal dikin.