​​​​​​​Li Derayê di dema derbasbûna dewriyeya Rûsya-hikumeta Şamê de mayinek teqiya

Li Derayê hemwextî derbasbûna dewriyeyeke hevbeş a hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê mayinek ku kesên nenas çandibû, teqiya. Li aliyekî din jî endamekî hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

​​​​​​​Li Derayê di dema derbasbûna dewriyeya Rûsya-hikumeta Şamê de mayinek teqiya
3 cotmeh, 2022   11:09
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hemwextî derbasbûna dewriyeyeke hevbeş a hêzên Rûsya-hikumeta Şamê di navbera bajarokên Elma û Sora yên li rojhilatê Derayê de, mayineke ku ji aliyê kesên nenas ve hatibû çandin, teqiya û zirarên madî çêbûn.

Li aliyekî din jî çekdarên nenas ên li ser motorsîklêtekê bi çekên sivik endamekî hêzên hikumeta Şamê li nêzî Mizgefta Rewda ya li bajarê Ibtie yê Derayê gulebaran kir û kuşt.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka îsal de li Derayê 412 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine. Di encamê de 347 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên “lihevhatinan” in.