Çeteyan li Efrîna dagirkirî welatiyekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji taxa Sîna ya navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî welatiyekî din revand
3 cotmeh, 2022   12:43
 ŞEHBA

Çavkaniyekî ragihand ku dewriyeyeke çeteyên “Polîsên Sivîl” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh grtin ser taxa Sîna ya navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî û bi tawanbariya ku bi birayê xwe yê li Şehbayê re dikeve peywendiyê, Ebdo Welîd Sîdo revand.

Çavkanî piştrast kir ku çeteyan welatiyê navborî biriye cihekî ne diyar.

ANHA