Konseya Ewlehiyê ji bo rewşa Iraqê sibê dicive

Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ragihand ku ew ê sibê der bare rewşa Iraqê de kom bibe.

Konseya Ewlehiyê ji bo rewşa Iraqê sibê dicive
3 cotmeh, 2022   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bi daxuyaniyekê got: “Roja sêşemê (4`ê Cotmeha 2022`yan) em ê têkildarî rewşa Iraqê saet di 5:00`an de li gorî dema Bexdayê, rûniştinekê li dar bixin.

Tê payîn ku nûnera NY`yê ya taybet bi Iraqê Jeanine Plasschaert têkildarî geşdanên li Iraqê di rûniştinê de biaxive.”

Ji dema hilbijartinên parlamantoyê yên pêşwext di 10`yê Cotmeha 2021`an de û heta niha li Iraqê felc bûneke siyasî heye. Ji dema xwepêşandanên alîgirên Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê di Tîrmeha 2022`yan de rewş aloztir bû.