​​​​​​​Îranê carek din herêmên Biradost û Balekayetî topbaran kirin

Ev 10 roj in Îran herêmên Biradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bi dijwarî topbaran dike. Herêmên navborî ji danê sibehê de dîsa bi dijwarî tên topbarankirin.

​​​​​​​Îranê carek din herêmên Biradost û Balekayetî topbaran kirin
3 cotmeh, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 23’ê Îlonê de rejîma Îranê li dijî herêmên Biradost û Balekayetî dest bi topbaranê kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, topbarana Îranê di nava du demên cuda de destpê kir ku di danê sibehê de deverên Seqer û Berbizina topbaran kir û niha jî herêmên Horne, Bireşkîn, Berbizin û Seqer topbaran dike.

Hat ragihandin ku ji beriya çend kêliyan li ser sînorê Kuwêstana Sarkê, binarê çiyayê Helgurd û Bêrmesardî ya li Balekayetî topbaran dest pê kir.

Ev 10 roj in rejîma Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî topbaran dike.

Her wiha di 28’ê Îlonê de hêzên Îranê bi balefirên bêmirov û biçek û bi mûşekan navend û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê topbaran kir. Di êrişan de yek jê jinek du canî 13 kes hatin qetilkirin û piranî sivîl 58 kes jî birîndar bûn.