Rêwîtiya 31 salan a têkoşînê; Hunermend Rêber Îsa

Hunermend Rêber Îsa li dû xwe mîraseke têkoşînê ya 31 salan hişt, lê îsrar û vîna ku ji fikrê rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna pêşxistina hunera kurdî û parastina wê ji siyasetên qirkirinê û pişaftinê de girtiye, di kesayetên zarok û şagirtên wî de encam da.

 Rêwîtiya 31 salan a têkoşînê; Hunermend Rêber Îsa
3 cotmeh, 2022   06:03
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Xwezaya çiyayên Kurdistanê gelek hunermend hemêz kir ku bi rêya awaz û xwe çand û dîroka Kurdan ji êriş û siyasetên qirkirinê parastin. Wan hunermendan, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna hunerî ye. Li hember dijmin bûn çek û bîrek ku dîroka gelê xwe yê berxwedê parast û çîrokên destanên şoreşgerî û dîrokî yên serhildanên berê ragihandin nifşan.

Rûpelên dîroka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojava, bi çîrokên têkoşîna wan şoreşger û hunermendan hatin xêzkirin ku jiyana xwe di oxira pêkanîna serkefitnê û gihandina dengê wê hemû Kurdistanê de borandin. Ji nav wan hunermend Rêber Îsa ye ku di salên 90`î yên sedsala borî de dest bi têkoşîna hunerî kir heta gihaşt asta şehadetê.

RÊBER ÎSA KÎ YE?

Hunermend Rêber Îsa ji navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ye. Sala 1974`an ji dayîk bûye. Bavê 4 keçan û 3 kuran e.

Rêber Îsa di hemêza malbateke welatparêz de mezin dibe, di dibistanên navçeyê de heta asta amadehî diwîne. Bi avakirina koma Agirî ya govend û stranên kurdî sala 1992`yan re, tev lê dibe û dest bi têkoşîna xwe ya hunerî dike. Li wir fêrî lêdana tembûrê û stranbêjiyê dibe.

Bi destpêkirina Şoreşê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hunermend Rêber Îsa tev li komên muzîkê û navendên çand û hunerê dibe. Gelek stranên şoreşgerî têkildarî şehîdan û destanên şehîdan çêdike. Her wiha tev li gelek klîban dibe ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve hatin amadekirin.

JI ALIYÊ DESTHILATA HIKUMETA ŞAMÊ VE HAT GIRTIN

Rêber Îsa ji bo pêşxistina hunera kurdî û parastina wê ji êrişên pişaftin û qirkirinê tê koşiya. Ji ber vê yekê gelek caran ji aliyê desthilata hikumeta Şamê ve tê girtin û îşkence lê tê kirin. Cara yekmîn di Serhildana Qamişlo ya 2004`an de bû. Cara duyemîn di destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû. Cara dawîn jî beriya şehadeta wî bi çend rojan bû.

Piştî Serhildana Qamişlo ya 12`ê Adara 2004`an, li dijî Kurdan hemleyên girtinê yên berfireh dest pê kirin ji ber ku daxwaza mafên xwe kirin û dev ji çand û zimanê xwe bernedan. Her wiha ji ber ku li dijî siyasetên çewisandinê yên hikumeta Şamê derketin.

Têkildarî mijarê hevjîna hunermend Rêber Îsa, Coza Yusif got: “45 rojan li cem desthilata rejîma Sûriyê girtî ma bêyî ku em agahiyekê jê bigirin. Ji ber girêdana wî ya xurt bi doza Kurd ve îşkence lê hat kirin, beriya ku şehîd bibe jî 22 rojan hat girtin.”

AWAZÊN WÎ LI TAXÊN AMÛDÊ DENG VEDAN

Hezkirina Rêber Îsa ya ji hunera kurdî, îsrara berdewamkirina têkoşînê li hember hemû astengî û fişarên hikumeta Şamê, hemû di kesayeta zarokên wî de encam dan. Coza Yusif diyar kir ku Rêber Îsa fikrê rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê di dilê zarokên xwe de çand, ew fêrî stran û jenînê kir û wiha domand: “Her tim piştgiriya wan dikir da ku fêrî stranbêjiyê bibin. Bi taybet keça me Delîla. Destek da wê heta ku bû hunermendek ku jenînê û stranbêjiyê baş dizane.”

Rêber Îsa ku li ser fikrê Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rêgezên wê mezin bûye, zarokên xwe jî li ser heman fikrî mezin kir. Kurê hunermend Rêber Îsa, Enwer Îsa axaftina dayîka xwe piştrast kir û got: “Bavê min gelek ji huner û muzîkê hez dikir. Ew hezkirin di me hemûyan de çand.”

Enwer Îsa wiha domand: “Bavê min henûn bû, hezkirin di dilê hemûyan de ava kir. Her tim ji me re digot, huner beşek sereke ya rizgarkirina Kurdistanê ye.”

Coza Yusif jî ev li gotinên Enwer zêde kir: “Bi giştî em li hev dicivîn, me stran digot û me jenîn dikir. Awazên wî li seranserî taxê belav dibûn. Em hemû fêrî lêdana tembûr û stranbêjiyê kir. Wî amûra xwe ya muzîkê wek çekekê li dijî dijmin didît. Her tim bawerî bi serkeftina şoreşê di dilê me de diçand.”

Huner yek ji eniyên her xurt a piştgiriya berxwedanê ye ku gel li hember êrişên qirkirinê nîşan dide. Hertim muzîk li rex şer bû, muzîkê coşa gel bilind dikir da ku tev li şerê gel ê şoreşgerî bibin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî ku parastina axa xwe bikin.

Hunermend Rêber Îsa ku mohra xwe di dilê gelê Rojava de hişt, bi wan re tev li hemû şahî û boneyên serkeftinê bû, îro zarok û dostên wî teqezî bi berdewamkirina têkoşîna wî li ser şopa fikrê Tevgera Rizgariya Kurdistanê heta dawiyê dikin.

TESADUFEKE XWEŞ BÛ KU EZ Û RÊBER ÎSA ANÎ CEM HEV

Hevalê wî, Dara Agirî ku ew jî endamê koma Agirî ya muzîkê ye, diyar kir ku Rêber xwedî hesteke kûr bû, her tim bi enerjiyeke erênî li kesên derdora xwe bandor dikir û moralê wan bilind dikir, tu caran hevalek xwe neêşandiye, ew xwedî enerjiyeke cuda û balkêş bû.

Der barê hevdîtina wî ya yekemîn bi Rêber re, Dara Agirî got: “Di sala 2006’an de min di koma Agirî de ew nas kir. Li gor min tesadufeke xweş bû ku ez hunermendekî xwedî îsrar û moraleke bilind ji bo hunerê bibînin, wî şûneke xweş di dilên me hemiyan de hişt.”

Koma Agirî ya muzîk û govendên kurdî, yek ji komên destpêkê bû ku di 1992’yan de li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê keç û xortên navçeya Amûdê û gundên wê ve hatiye damezirandin, ku di tevahiya şahî û cejnên Kurdî de beşdar dibû.

Dara Agirî destnîşan kir ku koma Agirî wek sembolek bû ji bo herkesî, ji ber ku di wê komê de 7 kes şehîd bûn û bi şehîdbûna her yek ji wan îradeya wan a parastina hunera kurdî li Rojava û pêşxistina wê xurttir dibû.

TEMBÛRA XWE HEMBÊZ KIR Û BÛ BEŞEK JI JIYANA WÎ

Têkildar girêdana Rêber Îsa bi hunera kurdî re , Dara Agirî wiha axivî: “Bi qasî ku wî tembûra xwe hembêz dikir, zarokên xwe wiha hembêz nedikirin. Ji Şengalê ta Efrîna dagirkirî, beşdarî hemû şahiyên şoreşgerî yên gelê Kurd bû.  Girêdana wî ya bi hunerê bêhempa bû, tu caran ji bo pêşxistina hunera kurdî ne poşman bû, hertim ji bo pêşxistina hevalên xwe ked dida, lê em negihîştin asta wî di hunerê de. Girêdana wî ya bi koma Agirî re jî hişt ez navê komê li kurê xwe bikim.”

Têkildarî mijarên ku Rêber Îsa di stranên xwe de bal dikişandin ser, Dara Agirî got: “Piraniya stranên wî şoreşgerî bûn û li ser berxwedana Kurdan û şehîdan mîna şehîd Zîlan, berxwedana gerîla û Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn.”

Rêber Îsa xwe wek hunermendekî Kurd ku huner û çanda kurdî ji tunekirinê diparêze, îsbat kir û li ser vê esasê jî wî gelek keç û xortên herêmê li ser jenîn û stranbêjiyê perwerde kirin. Wî nifşek nû ji hunermendan li Amûdê gihand û îro jî berhemên keda Rêber Îsa di şexsa her şagirtek wî de dibînin.

Mîna ku şagirta wî û endama Navenda Hûrî ya çand û hunerê ya Amûdê Gulbîn Mehmûd destnîşan kir, hunermend Rêber Îsa hunera xwe bi vîna têkoşîna xwe ya nîştimanî domand. Gulbîn Mehmûd ev li gotinên xwe zêde kir: “Di me de hezkirina hunerê çand. Hişt em tevî zehmetiyan rêya xwe ya hunerî berdewam bikin. Her tim xwest em di aliyê hunerî de di hemû aliyan de xwe pêş bixin.”

BERDEWAMKIRINA ŞOPA WÎ YA LI SER TÊKOŞÎNA NÎŞTIMANÎ AVA BÛYE

Rêber Îsa di kesayeta şagirtên xwe de giyanê welatparziyê, vîna û îsrar çand da ku li hember hemû astengiyan bisekinin û çand û hunera xwe biparêzin.

Gulbîn Mehmûd wiha got: ʹʹRojekê min xwest ji navendê îstîfa bikin lê hunermend Rêber Îsa, nehişt û got divê ez rêya xwe ya hunerî temam bikim û li hember hemû astengiyan li ber xwe bidim.ʹʹ

ŞEHADET

Di 18`ê Îlonê de dema ku hunermend Rêber Îsa ji şahiya vekirina navendeke çand û hunerê li gundê Sinceq Sadûn yê başûrê Amûdê vegeriya, di encama qezayeke trafîkê de şehîd dibe û li pey xwe mîraseyeteke têkoşînê ya 31 salan dihêle.

Ji bo ked û xebatên wî, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) wesîqeya rûmetê radestî malbata şehîd hunermend Rêber Îsa kir ku cenazeyê wî roja 20`ê Îlonê bi merasîmeke bi heyber li goristana navçeya Amûdê hate veşartin.

(şx-mh)

ANHA