HPGʹê nasnameyên gerîlayên ku li Dola Balîsanê êriş li wan hate kirin, eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên gerîlayên ku li Dola Balîsanê êriş li wan hate kirin, eşkere kirin.

HPGʹê nasnameyên gerîlayên ku li Dola Balîsanê êriş li wan hate kirin, eşkere kirin
2 cotmeh, 2022   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 7'ê Îlona 2022'an de me ragihandibû ku êvara 5'ê Îlonê tîmek ji gerîlayên me li Dola Balîsanê bûn hedefa êrişekê, li gorî agahiyên gihîştin me di vê êrişê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, 2 hevrêyên me jî birîndar bûn û ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin birin ku dest li cihê bûyerê werdan. Di heman daxuyaniyê de me diyar kiribû ku divê bûyer bê lêkolînkirin û zelalkirin, her wiha hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine birin, bêne radestkirin.

Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftina xwe ya 22'ê Îlonê de ku li çapemeniyê hate weşandin, diyar kiribû ku têkildarî bûyera li Dola Balîsanê agahiyeke nû nîne, gelê me û raya giştî li bendê ne ku ev bûyer bi encam bibe, her wiha li gel vê bûyerê aqûbeta du komên gerîla yên sala 2021'ê ketin kemînê, nayê zanîn. Fermandarê me di vê axaftinê de bi taybetî destnîşan kir ku ew cara dawî dibêje; em li bendê ne ku PDK cenazeyên hevalên me yên şehîd ên her sê koman, her wiha hevalên me yên birîndar û girtî bi selametî teslîmî me bike, ev yek daxwaza herî maqûl e û divê bi cih bê anîn.

Têkildarî vê bûyerê PDK'ê heta niha tu daxuyanî nedaye û daxwaz jî bi cih neaniye.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên ku li Dola Balîsanê êriş li wan hate kirin, wiha ne:

Nasnav: Armanc Zîlan

Nav û paşnav: Alî Firat Çagar

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Beşbînnaz-Zeynel Abîdîn

Dem û cihê bûyerê: 5'ê Îlona 2022 / Dola Balîsan

Nasnav: Aşîkar Colemêrg

Nav û Paşnav: Vedat Aksaç

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Zubeyde-Farûk

Dem û cihê bûyerê: 5'ê Îlona 2022 / Dola Balîsan

Nasnav: Rêzan Botan

Nav û Paşnav: Emîr Yûsûfî

Cihê jidayikbûnê: Kotol

Dayik-Bav: Necîbe-Nîzam Mûhammed

Dem û cihê bûyerê: 5'ê Îlona 2022 / Dola Balîsan

Nasnav: Karo Kabanê

Nav û paşnav: Ferdîn Huseyîn

Cihê jidayikbûnê: Banê

Dayik-Bav: Nesrîn-Hesen

Dem û cihê bûyerê: 5'ê Îlona 2022 / Dola Balîsan

Nasnav: Zanyar Pava

Nav û paşnav: Arman Heyderî

Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah

Dayik-Bav: Kale-Mûhammed Nezîf

Dem û cihê bûyerê: 5'ê Îlona 2022 / Dola Balîsan