Li Cindirêsê ya Efrînê 4 welatî hatin revandin

Çeteyên "Polîsên Sivîl" ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi tawan û hincetên derew 4 welatî revandin.

Li Cindirêsê ya Efrînê 4 welatî hatin revandin
2 cotmeh, 2022   09:50
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên "Polîsên Sivîl" ên dagirkeriya Tirk bi tawan û hincetên derew, 4 welatî ji Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkanî navên welatiyan wiha ne;

Mehmûd Hîla Xelef (28) ji Celemê.

Elî Mihemed El Kerîm (38) ji Cindirêsê.

Xelîl Hisên Hiso (34).

Hisên Ebdurehman Hiso ji Aşka Şerqî.

Çavkanî da zanîn ku welatiyên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve birin û çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

(fr)

ANHA