Li Endonezyayê di maçek a futbolê de alozî: 174 kes mirin 

Li Endonezyayê di dawiya maçek a futbolê de di nava alîgiran de alozî derket. Polîsan ji bo mudaxeleyê li ser alîgiran gaza îsotê karanîn û qelebalixî derket. Di encamê de 174 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Endonezyayê di maçek a futbolê de alozî: 174 kes mirin 
2 cotmeh, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Malang a eyaleta rojhilatê Java ya Endonezyayê di navbera tîmên Persebaya Surabaya û Arema Malang de maçek a futbolê hat leyîstin. Piştî ku Persebaya Serabaya bi 3-2 li hember Arema Malang bi ser ket, di navbera alîgiran de alozî derket.

Polîsên ku xwestin mudexeleya şerê navbera alîgiran de bikin gaza îsotê bikaranîn. Bi sedan alîgir ji bo ku xwe jê biparêzin ji stadyumê derketin. Di encama revê de qelebalixî derket û ji ber nefes tengî û pêlêkirinan 174 kesan jiyana xwe ji dest da.