​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 2-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 2-10-2022`YAN
1 cotmeh, 2022   23:00

Şêniyên Hesekê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Rîha Biro (Avaşîn) û şehîd Ebdulezîz Mûsa (Sîwar Hesekê) dibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dide saet di 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemdan El Ebid li ser xetereya lihevhatineke muhtemel a di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de hişyarî da û got "Her lihevkirinek dê ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê be, lê belê dê li gorî ajandeyên derve be."(BI WÊNE Û DÎMEN)

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo zêdebûna tevgerên çeteyên DAIŞʹê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girê da û anî ziman ku ev êriş tolhildana ji fermandarên ku DAIŞʹê têk birine ye. Gedo bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li hemberî terora dewleta Tirk erkên xwe bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl diyar kir ku tevgerên şaneyên DAIŞ`ê di vê dawiyê de li herêmê bi armanca vejandina DAIŞ`ê zêde bûn. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide van şaneyan da ku timayên xwe yên mêtinger pêk bîne û eşkere kir ku hêzên leşkerî amade ne li hember van şaneyan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Dema ku jin zane be û mafên xwe nas bike, wê demê wê îmkanên mîsogerkirina serkeftina şoreşê mezintir bin û dê ev pêvajo ji bo wan dîrokî be ku dê di dîrokê de were nivîsandin. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê hewl dide alternatîfekê ji ava çemê Firatê re bibîne ku ji zêdetirî 2 salan ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kêmkirin. Şêniyên herêmê banga kolandina bîran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Hikumeta Şamê ji bo vekirina naveneke "çareseriyan" li Siwêdayê û tunekirina komên çekdar pêşniyarek pêşêkêş kir. Berpirsê navenda ragihandinê ya Tevgera Rîcal El Kerama diyar kir ku ew nahêlin tu kes projeyan li dijî berjewendiyên welatiyan bi cih bîne.  Li aliyekî din civîna parlamentoya Iraqê bê tevlihviyên ewlehiyê derbas nabe. (BI WÊNE)

Piştî ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Şanghayê bi hempîşeyê xwe yê Çînê Xi Jinping re hevdîtin kir, Rûsyayê 4 parêzgehên Ukraynayê bi xwe ve girê dan û Pûtîn gefa bikaranîna çekên nukleerî yên taktîk xwar. Gelo nîşaneyên wê çi ne? Bersiva hêzên rojavayî ji vê yekê re dê çi be? (BI WÊNE)

ANHA