​​​​​​​Hemdan El Ebid: Lihevhatina Enqere û Şamê dê li gorî ajandeyên derve be

Hemdan El Ebid li ser xetereya lihevhatineke muhtemel a di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de hişyarî da û got "Her lihevkirinek dê ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê be, lê belê dê li gorî ajandeyên derve be."

​​​​​​​Hemdan El Ebid: Lihevhatina Enqere û Şamê dê li gorî ajandeyên derve be
2 cotmeh, 2022   01:44
REQA- EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a dagirker di nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re berdewam e da ku planên xwe yên li ser xaka Sûriyê pêk bîne ku nakevin xizmeta gelê Sûriyê.

Piştî derdora 11 salan ji aloziya Sûriyê, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan dev ji bangên hilweşandina rejîma Sûriyê berda û daxwaza lihevhatineke pê re kir da ku şerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Axaftina li ser lihevhatineke muhtemel di navbera her du aliyan de pşitî civîna di navbera serokên Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan de zêde bû ku roja 5ʹê Tebaxa borî li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatibû lidarxistin.

Ji ber gelek sedeman Rûsya lihevhatina Enqere û Şamê dixwaze. 30ʹê Îlona 2015ʹan Rûsya eşkere destwerdana aloziya Sûriyê kir da ku serweriya hikumeta Şamê li tevahî xaka Sûriyê vegerîne û bi rêya Şamê projeyên xwe bi cih bîne. Her wiha Rûsya dibîne ku her lihevkirineke di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de li dijî Rêveberiya Xweser dê bibe kilîta vegera serweriya hikumeta Şamê li tevahî erdnîgariya Sûriyê ku Rûsya di gelek boneyan de bazar li ser kir.

Der barê mijarê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid anî ziman ku aloziya Sûriyê bûye aloziyeke navneteweyî û herêmî, ji ber ku gelek aliyan ji bo pêkanîna ajandeyên xwe destwerdana wê kir.

El Ebid bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên bikaranîna gelê Sûriyê û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya sûdwergirtina ji mercên sûriyan, koçberkirina wan û pisportiya wan, projeya xwe ya îxwanî li ser hesabê gelê Sûriyê bi cih bîne. Her wiha hewl dide petrol, genim û kargehên wan bidize, pereyan qezenc bike û derbasî xaka xwe bike. Di heman demê de sûd ji kaxeza penaberan girt û pê zextê li Yekitiya Ewropayê bike da ku miqdarên mezin ên pereyan qezenc bike."

El Ebid ji ANHAʹyê re axivî, da zanîn ku hayê wan jê heye ku peywendî di navbera hikumetên Tirk û Enqerayê de hene û destnîşan kir ku tevî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê pêk anîne, Beşar El Esed gelek caran got hevdîtinên ewlehiyê di navbera wan de hene.

El Ebid îşaret pê kir ku hebûna komên çekdar li Idlibê îsbat dike ku peywendî di navbera wan de hene ku bi sponseriya Rûsyayê re têne kirine. Her wiha diyar kir ku ev kom bi bazarên siyasî li Cober, Himus û Derayê hatin firotin, lê ev siyaset ji bo Idlibê nehat qebûlkirin ku niha bûye hembêzek ji bo kesên ku naxwazin "lihevkirinan" li bakurê Sûriyê pêk bînin.

ʹDEWLETA TIRK DIXWAZE TÊKILIYÊN XWE BI DEWLETÊN ROJHILATA NAVÎN RE VEGERÎNEʹ

Hemdan El Ebid di berdewama axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk piştî ku rola xwe pêk anîn û tiştên ku dixwest standin, niha dixwaze têkiliyên xwe bi hemû dewletên erebî û Rojhilata Navîn bi giştî re vegerîne. Li aliyekî din jî nêzî hibijartinên giştî bûye. Projeya herî girîng a AKPʹê ya serdest ew e ku di hilbijartian de pêş bikeve û dengê civaka Tirkiyê qezenc bike, ji ku rewşa wê ya aborî hilweşiyaye. Bi vî rengî Tirkiyê sûd ji hemû mijaran girt."

El Ebid diyar kir ku  dewleta Tirk berî dide Misir  û Erebisana Siûdî û bi palana Rûsyayê jî diçe Sûriyê, Rûsyayê jî bi vê yekê dixwaze du qezenciyan bi dest bixîne, yek Tirkiyê bikişîne aliyê xwe û serweriya xwe li ser tevahî xaka Sûriyê ferz bike û tevahî xêr û bêra welat talan bike.

El Ebid da zanîn ku pêwîstiya Tirkiyê bi desteka navneteweyî û navxweyî heye, Rûsya jî dixwaze di şerê xwe yên li Ukraynayê de Tirkiyê qezenc bike û got: "Me dît ku hinardekirina genim ji Ukraynayê bi rêya Neteweyên Yekbûyî bû û navbeynkar jî dewleta Tirk a dagirker bû ku Rûsya jî ev rol da wê."

ʹGELÊ SÛRIYÊ LIHEVHATINA ŞAM Û ENQEREYÊ QEBÛL NAKEʹ

Hemdan El Ebid bi domdarî got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî vê lihevhatin û nêzîkbûna navbera yên ku zarokên me qetil kirin, koçber kirin û dersek dane terorê û yên ku rola rewa lîstin, ferman dan û nehişt ku opozîsyon lihevkirina nîştimanî pêk bîne, red dikin. Ev hemû ajnîde li ser gelê Sûriyê xetere ye. Heke lihevhatineke bi hikumeta Şamê re bi navbeynkariya Rûsyayê hebe, ev dide diyarkirin ku ajnîdeyên derve, ne yên nîştimanî têne pêkanîn. Em li Sûriyê diyalogên sûrî li ser xaka Sûriyê dixwazin da ku destûrek were avakirin ku mafê hemûyan misoger bike. Divê gelê Sûriyê bi tevahî hişyar be ku nebe kaxezeke di destê Tirkiyê de ku projeyên xwe yên îxwan bi cih bîne û Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve. Ji bo ku sala bê baştir be, divê sûrî ji vê lihevhatinê hişyar bin."

ʹBAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ NE CUDAXWAZ Eʹ

Hemdan El Ebid bersiva daxuyaniyên wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû cudaxwaziyan wesif dike û got: "Em ne cudaxwaz in, em ji diyalogan re vekirî ne û banga diyalogên navxweyî dikin. Em destwerdanên derve qebûl nakin. Têkiliyên me û israra me ya li ser diyalogan îsbat dike ku em cudaxwaz in.ʹʹ

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê çareserî sûrî be û hemû sûriyan di nav xwe de bigire da ku li gorî biryara 2254ʹan de ji vê aloziyê xilas bibin û serkeftinê li ser vê xakê misoger bikin ku gelê Sûriyê di destûra ku heger rastkirî be an jî nû be de xwe tê de bibîne."

ANHA