​​​​​​​Salih Gedo: Dewleta Tirk tola binkeftina DAIŞʹê hiltîne

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo zêdebûna tevgerên çeteyên DAIŞʹê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girê da û anî ziman ku ev êriş tolhildana ji fermandarên ku DAIŞʹê têk birine ye. Gedo bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li hemberî terora dewleta Tirk erkên xwe bi cih bîne.

​​​​​​​Salih Gedo: Dewleta Tirk tola binkeftina DAIŞʹê hiltîne
2 cotmeh, 2022   03:19
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina pêşengên ku şerê çeteyên DAIŞʹê kirine, tevgera şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞʹê li herêmê zêde bûn ku hewl didin êrişeke nû li dijî herêmê pêk bînin.

Roja 27ʹê Îlona borî, balafireke bê mirov a dewleta Tirk  adagirker li ser rêya Girkê Legê erebeya hevserokên Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ya herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero kir hedef. Di encamê de her du hevserok şehîd bûn.

Beriya wê jî di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li kampa Holê "Cîhaz El Hesba" û "Eşbal El Xîlafa" hatin jihevxistin û 226 çete, di nav de 36 jin hatin girtin.

DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û DAIŞʹÊ DE TÊKILIYÊN XURT HENE

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bê mirov ên biçek ên li ser herêmê û hedefkirina pêşengên ku çeteyên DAIŞʹê têk birine û got, piştî çend rojan ji rawestandinê, careke din balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê kir.

Salih Gedo diyar kir ku wekî PYNKʹê wan beriya demekê ev mijar bi balyozê nû yê Amerîkayê re nîqaş kir, bi taybet êrişên bi balafiran li dijî sivîl, zarok û şervanên ku li dijî DAIŞʹê li herêmê şer kirine.

Gedo bal kişand ser zêdebûna tevger û hewldanên çeteyên DAIŞʹê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got ku têkiliyên xurt di navbera êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên vê dawiyê yên çeteyên DAIŞʹê de li herêmê hene. Gedo anî ziman ku her ku DAIŞʹê bi bin dikeve, dewleta Tirk asta şer û êrişên xwe yên bi rêya balafirên bê mirov li dijî herêmê zêde dike da ku careke din rê ji DAIŞʹê re veke.

Salih Gedo bi domdarî got: "Ev têkiliyên xurt û hevbendiya kûr a di navbera dewleta Tirk û DAIŞʹê de eşkere ye, li ber çavê civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya ku di şerê li dijî DAIŞʹê hevalbendê me ye û li pêşiya çavê Rûsya û Amerîkayê jî xuya ye."

ʹDIVÊ SÎNOREK JI TERORA DEWLETA TIRK RE WERE DANÎNʹ

Gedo rexne li bêdengiya navneteweyî, bi taybet a Rûsya ya li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê kir û da zanîn ku divê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê erk û berpirsyariyên xwe li hemberî herêmê bi cih bînin û sînorekî ji êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker re deynin. Gedo destnîşan kir ku heger ev êriş neyên sekinandin wê herêm bikeve rewşeke tevlihev ku dê DAIŞ û hêzên terorîst careke din li herêmê geş bibin û dê ziyanên bighînin civata navneteweyî jî.

Gedo îşaret pê kir ku zarok û ciwanên herêmê li ber çavê Rûsya û civata navneteweyî ji aliyê balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk ve têne hedefkirin û wiha domand: "Hovîtiya dewleta Tirk nayê qebûlkirin, divê helwesteke xurt hebe da ku sînorekî ji terora wê re were danîn û têkiliyên wê yên bi DAIŞʹê re di ber çavan werin girtin.

TOLA BINKEFTINA TERORÊ HILTÎNE

Salih Gedo bal kişand ser planên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Têkildarî êrişa li ser hevserokên Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê destnîşan kir ku bi hedefkirina Zeyneb û Yilmaz ên ku rola wan di şerê li dijî terorê de dîrokê bû, derewên dewleta Tirk ji her kesî re eşkere bûn. Gelo anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî tolhildana ji kesên ku şerê terorê kirine, wesifand.

ʹDIVÊ QADA HEWAYÎ WERE GIRTINʹ

Salih Gedo bang li civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin û êrişên Tirkiyê rawestînin û wiha domandin: "Heger biryareke cidî ji bo qedexekirina qada hewayî û rawestandina êrişên Tirkiyê neyên girtin wê herêm û gelê wê li pêşberî xetereyeke mezin bin, ji ber ku dewleta Tirk êrişên hovane li dijî gelê me pêk tîne."

Têkildarî berpirsyariyên ku ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van êrişan tên xwestin Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ev bang kir: "Divê tevahî pêkhateyên herêmê bi yek dengî li hemberî gef û êrişan bisekinin. Dewleta Tirk hewl dide beriya hilbijartinan propagendaya xwe bike. Ji ber vê yekê divê em van gefan cidî bigirin û di hemû qadan de li hemberî wan bisekinin."

ANHA