Li Helebê bi boneya Cejna Mamosteyan şahiyek hat lidarxistin

Bi boneya 6ʹê Cotmehê, Cejna Mamosteyan şahiyek li Helebê hat lidarxistin.

Li Helebê bi boneya Cejna Mamosteyan şahiyek hat lidarxistin
1 cotmeh, 2022   18:34
HELEB

Bi boneya 6ʹê Cotmehê, Cejna Mamosteya, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê şahiyek li dar xist.

Şahî li Dibistana Qehreman Efrîn a li beşa rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, Yekitiya Hunermendan, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi dehan mamosteyan hate lidarxist.

Di şahiyê de Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Fatima Bes axivî, bal kişand ser keda mamosteyan di avakirina nifşekî zane de û rola wan di pêşxistina civakê de. Fatima Bes got: "Mamoste nifşan ava dikin û mejiyan diafirînin."

Fatima Bes her wiha îşaret bi berpirsyariyên ku dikeve ser milê mamosteyan kir û wiha domand: "Asta pêşketina neteweyan girêdayî ked, xebat û îsrara mamosteyan. Divê mamoste zanistê bighîne şagirtinê xwe."

Fatima Bes di dawiyê de got: "Ne ji mamosteyan bûya, wê cihê zanebûnê tunebûya û dê xelk di nava nezaniyê de xeniqîbûna. Lewra rola mamosteyan di pêşxistina neteweyan de mezine."

Piştî axaftinan, bawernameyên hemşîretiyê li hejmarek mamosteyên ku perwerdeyên hemşîreyê dîtine, hatin belavkirin.

Di şahiyê de hunermend Selah Agirî stranên folklorî gotin, koma Şehîd Şîlan Kobanê ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn govend pêşkêş kirine. Her wiha koma Vajîn a mûzîkê stran gotin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(dm)

ANHA