Di girtîgehên dagirkeran de ciwanek hat qetilkirin

Ciwanek ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ku di girîgehên dagirkeran de hatibû ragirtin, ji ber îşekenceyê jiyana xwe ji dest da.

Di girtîgehên dagirkeran de ciwanek hat qetilkirin
1 cotmeh, 2022   18:10
EYN ÎSA

Li gorî agahiyan ku çavkaniyekî ji Girê Spî dane, ciwanê bi navê Ezîz Mehmûd El Mistefa di girîgehên çeteyên "Polîsên leşlerî ve" de jiyan xwe ji dest da.

Çavkaniyan diyar kir ku Ezîz El Mistefa ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Ezîz El Mistefa tevî 4 ciwanên din beriya du mehan ji taxa Leyl a bajarê Girê Spî ji aliyê çeteyên "Polîsên Leşkerî" ve hatibû revandin.

ANHA