​​​​​​​`Dewleta Tirk nikare bigihêje armanca xwe û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin`

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Rîhan û Sîwar li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir kir. Di merasîma oxirkirinê de hate gotin: “Dewleta Tirk nikare bigihêje armanca xwe û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

1 cotmeh, 2022   17:07
HESEKÊ

Şêniyan, cenazeyê şervana YPJ`ê Rîhan Biro (Avaşîn) ku li navçeya Sirînê di 29`ê Îlonê de şehîd bûbû û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebdulezîz Mûsa (Sîwar Hesekê) ku di 28`ê Îlonê de di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Til Temirê şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergertin.

Piştre bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîd Dîwar ve ketin rê. Li goristanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale axivî û hemû şehîd bi bîr anî. Her wiha sersaxî da malbatên şehîdan. Hewale soza şopandina rêya şehîdan da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Şoreş Hesekê axivî û got: “Em îro du şehîdên xwe oxir dikin û bejna xwe li ber fedakariyên wan ditewînin.”

Şoreş Hesekê wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişî herêmê dike da ku vîna me bişikîne. Lê ew nikare bigihêje armanca xwe û em dê li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de Şoreş Hesekê soza şopandina rêya şehîdan heta derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê û pêkanîna jiyaneke bi rûmet da.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Di dawiyê de şêniyan cenazeyên şehîdan spartin axê.

ANHA