Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Mihemed Kobanê oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Mihemed Kobanê li goristana şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê veşart.

Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Mihemed Kobanê oxir kir
1 cotmeh, 2022   16:18
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û partiyên herêma Firatê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê Mihemed Hotî (Mihemed Kobanê) bû ku duh di oxira parastina ewlehiya herêmê de şehîd bû.

Di merasîmê de, hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo axivî û got: “Her roj em şehîdek li goristana şehîd Dîcle oxir dikin ku êdî bûye strageha lêgerên jiyaneke azad ji bo gelê xwe.”

Sozdar Şêxo wiha domand: “Ji destpêka şoreşê ve, li dijî herêmê hemû cureyên êrişan pêk tên. Lê şehîdên me teslîm nebûn û ji bo me bi xwîna xwe rêya ber bi serkeftinê xêz kir. Em soz didin wan ku hertim şopdarên rêya wan bin.”

Endam Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh destnîşan kir ku yên xwedî li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derdikevin, binkeftinê nas nakin û vîna wan naşike.

Nûh ev li axaftina xwe zêde kir: “Divê îro em baş plana kirêt a dijminan fêm bikin. Ji bo tunekirina vê planê divê em bibin yek.”

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(dm)

ANHA