Weqfa Jina Azad hemleya ‘Tu ji penceşêrê bi hêztir î’ ragihand

Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi daxuyaniyekê hemleya "Tu ji penceşêrê bi hêztir î" ji bo hişyarkirina girîngiya keşfkirina nexweşiya penceşêra sîng li gel jinan, dest pê kir. Tê payîn ev hemle meha Cotmehê bi giştî berdewam bike.

Weqfa Jina Azad hemleya ‘Tu ji penceşêrê bi hêztir î’ ragihand
1 cotmeh, 2022   10:48
QAMIŞLO

Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi daxuyaniyekê hemleya "Tu ji penceşêrê bi hêztir î" bi beşdariya endamên weqfê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ragihand.

Endama rêveber Medya Elî li pêş navenda weqfê ya li beşa rojava ya Qamişloyê daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de nexweşiya penceşêra sîng hate nasîn û wiha hate gotin: "Tê zanîn ku penceşêra sîngan ji cureyên herî belav a penceşêran li gel jinan e. Li gorî lêkolînan ji nava 8 jinan yek bi nexweşiyê dikeve."

Her wiha hate gotin ku zêdetirî milyonek jin li seranserî cîhanê salane bi nexweşiya pençeşêra sîng dikeve.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêjeya kesên bi vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin wiha ye; di navbera 40-50 saliyê de ji sedî 7,6 jin pê dikevin.

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyê hemleya "Tu ji penceşêrê bi hêztir î" dê ji 01.10.2022’yan heta 30.10.2022’yan dewam bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku meha Cotmehê, meha hişyarkirina li ser girîngiya keşfkirina zû ya penceşêra sîng e û bi “Meha Gulîn” an jî “Gulrengî” tê nasîn.

(fr)

ANHA