‛PDK ji bo berjewendiyên madî û desthilatê şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike’

Rewşenbîran diyar kir ku xiyaneta PDK’ê ya li hember Kurdan encama berjewendiyên madî û desthilatê ye û armanca wê jî şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Welatiyan jî da zanîn ku divê PDK li hemberî dagirkerên Kurdistanê, li kêleka Kurdan be.

‛PDK ji bo berjewendiyên madî û desthilatê şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike’
1 cotmeh, 2022   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya xwe ji planên dewleta Tirk a dagirker re didomîne. PDK di êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û avakirina baregehên wê yên leşkerî li ser erdnîgariya Kurdistanê de, cih digire.

Di 23'yê îlonê de, ANF’ê dîmen bi dest xistibûn. Di dîmenan de avakirina baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li Girê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê di bin ala PDK'ê de, xuya dibe.

/kr/uploads/files/2022/09/30/180000_-large.webp

Têkildarî mijarê, nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Nûrî Derwîş wiha got: "Dîroka PDK'ê tijî xiyanet e. Hevdîtinên PDK û AKP’ê tevî ku dewleta Tirk dagirker hebûna wan û hebûna doza Kurd nas nake û nahêle ala Kurdistanê jî bilind bikin, berdewam dikin."

Derwîş wiha li axaftina xwe zêde kir: "Armanca dagirkeriya Tirk û PDK'ê yek e, ew jî şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye; ji ber ku PDK dizane serkeftina Tevgera Rizgariya Kurdistanê cihê wê nahêle û dê xiyaneta wê zêdetir eşkere bike."

Derwîş bang li gelê Kurd kir ku li dijî xiyaneta PDK’ê rabin ser pêyan û li her derê xiyaneta wê ya li hember gelê Kurd eşkere bikin.

/kr/uploads/files/2022/09/30/175854_-large.webp

Nivîskar Ezher Ehmed jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê, ji bo gelê Kurd bikişîne nava xefika îxanetê û hêzên Kurd li hember hev rake."

Ehmed di axaftina xwe de kiryarên PDK'ê û beşdariya wê di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de red kirin û wiha got: "Em bang li wê dikin ku nekeve xefika hêzên komploger ên li dijî gelê Kurd, li hişê xwe vegerin, nekevin xendeka xiyanetê û yekitiya refên Kurdan asteng nekin."

Ehmed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bilindkirina ala Başûrê Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û hin deverên din ku aram bûn, nayê qebûlkirin. Ew dever wek xendekên sereke yên berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker a hovane û sembola fedakarî û berxwedana li Kurdistanê tên dîtin."

Ehmed destnîşan kir ku berjewendiyên madî û desthilatê hişt ku PDK bikeve nava xendekên xiyanetê û wiha pê de çû: "Dagirkerên Kurdistanê ji bo ku hêzên Kurd li hemberî hev derxin, serî li nêzîkbûna hinek partiyên siyasî yên Kurdan didin."

Ehmed her wiha got: "Berdewama PDK'ê ya van kiryarên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li pêşiya yekrêziya aliyên Kurd rêgir e. Dê bibe sedema lawazbûna hêzên Kurd û helwesta Kurdan li ser asta cîhanê. Her wiha dê bandorê li doza Kurd bike û rewabûna wê winda bike. Ew ê li pêşiya hêzên ku dixwazin piştgiriya doza Kurdan jî bikin, bibe asteng."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Ez bang li gelê Kurdistanê dikim ku dakevin qadan û nerazîbûna xwe li hember van projeyan nîşan bidin. Gelê Kurd tu kiryarên hizbî û kesayetî yên ji bo nêzbûna bi dagirkerên Kurdistanê re, qebûl nake."

/kr/uploads/files/2022/09/30/175944_-large.webp

 Welatiya bi navê Sebah Cuma ya ji bajarê Hesekê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi beşdariya PDK’ê li ser gerîlayên HPG’ê şermezar kir in û wiha got: "Her kes dizane ku dagirkeriya Tirk dijminê gelê Kurd e, lê çima PDK pê re beşdarî êrişan dibe. Em li Kurdistanê yek gel in, ma şerê navxweyî ji bo çi ye?"

Sebah Cuma tekez kir ku pêwîst e gelê Başûr li dijî PDK’ê rabe ser pêyan û vê reftarê qebûl neke û wiha got: "Divê hûn li Başûr xiyanet û şerê navxweyî red bikin."

/kr/uploads/files/2022/09/30/180022_-large.webp

Welatiya bi navê Hêvîn Ebdo jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê dijminê gelê Rojava ye, lê belê ew dijminê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê PDK li hember dagirkerên Kurdistanê li kêleka gelê Kurd bisekine. Heya kengî dê xiyanetê bike, makîneya qirkirinê ya dewleta Tirk gihiştiye stûyê Kurdan, divê em bi hev re li pêşeroja Kurdistanê bifikirin."

/kr/uploads/files/2022/09/30/175925_-.webp

Welatiyê bi navê Mehmûd Oso jî îxaneta PDK'ê ya li hemberî Kurdan red kir û wiha got: "Yên ku li wir şehîd dibin zarokên gelê Kurd in."

Oso berdewama xiyaneta PDK'ê, êrişên li ser HPG’ê û bandora wan li ser gelê Başûr wiha nirxand: "Dagirkeriya Tirk îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişên xwe yên li dijî gerîlayên HPG’ê dike, sibe jî ji bo lewazkirin û tunekirina gelê Kurd, wê êrişî gelê Başûr bike." 

Dewleta Tirk a dagirker ji Nîsana 2021’an ve, bi beşdariya rasterast a çekdarên PDK’ê, êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûr daye destpêkirin. Tevî ku artêşa Tirk gelek çekên pêşketî û qedexekirî yên navneteweyî bi kar tîne jî, lê ew rastî berxwedaneke HPG’ê tê.

(hs)

ANHA