​​​​​​​Hunergeha Welat ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistanê klîbek derxist

Hunergeha Welat ji bo silavkirina serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê klîbek derxist.

​​​​​​​Hunergeha Welat ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistanê klîbek derxist
30 îlon, 2022   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana bi pêşengtiya jinan a li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî bê navber dewam dike.

Li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilkatê Sûriyê bi çalakiyên cûda qetilkirina Jîna Emînî tê şermezarkirin û serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê silavkirin.

Hunergeha Welat ku bi xebatên çand û hunerê eleqedar dibe, ji bo silavkirina serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê stran û klbîk bi navê ʹSerhildanʹ derxist. Klîb li ser rûpelên medyaya dîjîtal ên Hunereha Welat hatiye belavkirin.

Klîb balê dikişîn ser serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û dîmenê jinan ku laçikan diavêjin. Her wiha diruşmeya ʹJin, jiyan, Azadî, Merg ber dîktatorʹ tê berzkirin.

ANHA