​​​​​​​Rûsyayê, çar herêmên Ukraynayê xist bin serweriya xwe

Rûsyayê çar herêmên Ukraynayê li ser xaka xwe zêde kir  û banga agirbestê li Ukraynayê kir.

​​​​​​​Rûsyayê, çar herêmên Ukraynayê xist bin serweriya xwe
30 îlon, 2022   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, bi fermî eşkere kir ku herêmên Herson, Zaporjiya, Donets û Lûhansk ê Ukraynayê xistine bin serweriya xwe. Pûtîn, ev herêm wek çar herêmên nû yên Federasyona Rûsyayê ragihandin.

Her wiha bang li Ukraynayê kir ku şer rawestîne li diyalogan vegere.

Kîevê jî soz da ku dê deverên ku Rûsya kontrol kirine vegerîne û ragihand ku biryara Rûsya a îlhaqkirina xaka wê, îhtîmalên diyalogan asteng kirin.

Li van herêmên ku Rûsyayê dagir kirine, hefteya borî bi referandûmeke bi nîqaş deng ji bo ketina nav Rûsyayê hatin dayîn.

Ukraynayê û mutefîkên wî yên rojavayî gotin ku ev referandum sixte ne.