YPJʹê şehîd Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi bîr anîn

YPJʹê hevrêyên xwe Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi bîr anîn û got ʹʹDi nava refên têkoşînê de her şehadeta ku tê jiyîn soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.ʹʹ

YPJʹê şehîd Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi bîr anîn
30 îlon, 2022   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên xwe eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʹʹŞoreşa Rojava ya ku di berdêla gelek canên delal de hate avakirin, her roj mezintir dibe. Rûxmî hemû êrişên heyî jî neslên ku di nava şoreşê de mezin dibin, ref bi ref berê xwe didin nava têkoşîna azadiyê û xwedî şoreşa mirovahiyê derdikevin. Pergala modernîteya kapîtalîst hewil dide bi taybet ciwanan bê pêşeroj bihêle, lê cardin li hemberî vê pergala qirker ya ku herî zêde xwedî helweste jî jinên ciwan in. Helbet ev rastiya ku  tê jiyîn, hêviya serkeftinê mezintir dike. Cardin diyar dibe ku wê bi ked û têkoşîna jinên ku dilê wan ji bo têkoşîna azadiyê lê dide, azadiya mirovahiyê mayînde bibe. 

Hevrêyên me Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn di demên cûda de dema ku li ser erkên xwe bûn gihîştin asta şahadetê. Em hevrêyên xwe Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi rêzdarî bibîrtînin û ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Di nava refên têkoşînê de her şehadeta ku tê jiyîn soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.

Hevrê Bêrîtan Dersîm bi nasnav Nermîn Sino di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û ji bo mîsogerkirina azadiya welat berê xwe dide  nava refên têkoşînê. Hevrê Bêrîtan jî yek ji wan hevrêyên me yên peşeng bû ku di temenê xwe ciwan de bi sekna xwe, di dilê hevalên xwe de cihê xwe çêkir.  Hevrê Bêrîtan di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk êrişa dagirkeriyê li ser gelê Bakur Rojhilatê Sûrî pêk anî de, weke helwestek li hemberî vê dagirkeriyê berê xwe de nava refên azadiyê. Ev sekna hevrê Bêrîtan li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk bersivek e. Bi vê sekna xwe ye dilwêrek di her kêliya jiyana  şoreşgerî de, wateya hebûna jina azad geriya û hemû erkên ku kete ser milên xwe pêk anî.

Hevrêya me Roj Avaşîn bi nasnav Rîhan Biro jî bi sekna xwe ye fedakar di nava hevrêyên xwe de hertim mînak bû. Hevrê Roj  jî di sala 2019’an de berê xwe dide nava refên azadiyê.  Di demeke kurt de fêrî jiyana şoreşgerî bû û ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ked û tekoşîneke mezin da. Weke zarokên şoreşa jinê li hemberî şoreşa gelan xwe berpirsiyar dît û  bi vê armancê di oxira rêka azadiya gelan de bû cangorî.

Em cardin Hevrêyên xwe Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi rêzdarî û minneddarî bi bîrtinin. Di serî de ji malbata hevrêyên xwe re û hemû gelê xwe re sersaxî dixwazin. Em weke rêhevalên wan soz didin em ê xeyalên wan pêk bînin û em ê tu caran rê nedin dagirkeran. Ji bo em  bibin hevrêyên rast yên cangoriyên vê axê em soz didin ku em ê azadî û serxwebûna welat mîsoger bikin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Bêrîtan Dersim

Nav û Paşnav: Nermin Sino

Dayîk: Fatma

Bav: Salar

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa-04.05.2021

****

Nasnav: Roj Avaşin

Nav û Paşnav: Rihan Biro

Dayîk: Rojin

Bav: Celal

Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn-29.06.2022.ʹʹ