​​​​​​​Tirkiye û Îranê careke din Biradost bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Balê yê Biradostê bombebaran kir û Îranê jî devera Berbizina ya Biradost bombebaran kir.

​​​​​​​Tirkiye û Îranê careke din Biradost bombebaran kir
30 îlon, 2022   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojnewsʹê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 14.00’an de çiyayê Balê yê Biradostê bombebaran kir. Bombebaranê nêzî nîv saetê berdewam kir. Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.

Artêşa Îranê jî îro di saet 10.00’an de qada Berbizina ya Biradost bombebaran kir. Ji ber ku ev dever hatiye valekirin ti ziyan nebû.