Bi sedan welatiyan sersaxiya malbata şehîd Rûken Zelal xwest

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zelal re xwestin. Şêniyan da zanîn ku çalakiya şehîd Rûken û Sara vîna azad a jinan ji hemû cîhanê re nîşan da.

Bi sedan welatiyan sersaxiya malbata şehîd Rûken Zelal xwest
30 îlon, 2022   12:26
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ya Qamişlo, ji bo her du gerîlayên Hêzên Parastina Gel, şehîd Dilara Orper (Sara Tolhildan) û şehîd Emel Fermez Hisên (Rûken Zelal) konê sersaxiyê veda. Kon li gundê Belêqiyê yê Amûdê ya Qamişlo hate vedan.

Di 26’ê Îlonê de her du şehîdên bi navê Rûken û Sara li navçeya Mezîtlî ya Mersînê ji ber zextên ku li girtîgehan tên kirin, komkujî û êrişên bi çekên kîmyewî yên li ser gerîla, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek fedayî li dar xist.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk, Kongra Star û Meclisa Leşkerî ya Amûdê berê xwe da konê sersaxiyê. Beşdaran sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zelal re xwestin.

Di konê sersaxiyê de wêneyên rêber Ocalan, wêneyên her du şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, alên Partiya Yekitiya Demokratîk û Hêzên Parastina Gel hebûn.

Di merasîmê de hevseroka Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û tê de pesnê rola her du şehîdan da. Cewahir Osman wiha got: "Keçên me îro guleyên xwe avêtin dilê dijmin û planên wan pûç kirin. Ev jî nîşan dide ku bê guman em ê bi ser bikevin û dijmin nikare zarokên me ji eniyên şer derxe."

Cewahir Osman bal kişand ser êş û azarên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de û wiha domand: "Dijmin di encama têkçûna xwe ya li çiyayên Kurdistanê de li dijî girtiyan hemû rê, rêbaz û polîtîkayên derexlaqî û dermirovî bi kar tîne."

Her wiha li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê fermandar Berxwedan Amûdê wiha axivî: "Dengvedana Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan gihiştiye her aliyê cîhanê."

Berxwedan Amûdê wiha domand: "Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Nîsana 2021’ê ve, bi hemû çekên xwe û çekên NATO’yê yên pêşketî, kîmyewî ku di navneteweyî de qedexe ne, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê li çiyayê Kurdistana azad dike. Ev êriş ji bo jiholêrakirina Hêzên Parastina Gel tên kirin."

Berxwedan Amûdê di dawiya axaftina xwe de çalakiya fedayî ya her du şehîdan bi bîr xist û wiha got: "Ev çalakî bersiveke zelal e li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wê yên li dijî gelê Kurd û girtiyên di girtîgehên wê de ye û ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan."

Dê merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd Rûken Zelal bi dawî bibe.

(hs)

ANHA