​​​​​​​HPG: Efserek û 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê daxuyand ku di çalakiyên gerîla de efserek û 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

​​​​​​​HPG: Efserek û 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
30 îlon, 2022   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Di çalakiyên hêzên me de yek jê payebilind, 6 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 26 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 5 caran bi balefirên şer, 74 caran jî bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrişên hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 29’ê Îlonê de saet di 10.00 û 16.00’an de hêzên me bi çekên giran du caran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin.

Di 29’ê Îlonê de saet di 12.00’a de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

Di 29’ê Îlonê de saet di 14.30’an de tîmên me yên gerok bi sabotajê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê xistine. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 3 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 29’ê Îlonê de saet di 11.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Tîmên me yên gerok di 24, 25, 26, 27 û 28’ê Îlonê de li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê dane.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 29’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Aryen a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 10 caran hatiye bombekirin.

Di 29’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên şîddeta wan zêde 16 caran hatine bombekirin.

Di 29’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li pêşiya çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, plastîk û tekerên wesayîtan şewitandine û dûmana jehrî bi ser çeperên şer ve şandiye.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 27, 29 û 30’ê Îlonê de qadên Kanîsarkê û Meyrokê yên Garê, Girê Amêdiyê û qada Sinînê bi balefirên şer 5 caran hatiye bombekirin.

Di 29’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê 74 caran bi helîkopterên êrişê hatiye bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê dron geriyane.

Di 29’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi dehan caran bi obusan hatiye bombekirin.

Di 28’ê Îlonê de saet di 11.10’an de bi 3 fuzeyan êrişî berpalên Girê Savaş a Qendîlê hate kirin.

BOMBEBARANA ARTÊŞA ÎRANÊ

Di 25, 26, 27, 28 û 29’ê Îlonê de qadên Goşînê, Girê Berbizinê, Helgurt, Girê Rostê û Hornê yên Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hewanan hate bombekirin.

Di 28’ê Îlonê de saet di 08.50’an de qada Girê Berbizinê ya Xakurkê ji aliyê balafirên bêmirov ên hêzên Îranê ve hate bombekirin.”