Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê navber serhildan didome

Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana dijî kuştina Jîna Emînî bê navber dewam dike. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan heya niha 83 kes hatin kuştin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê navber serhildan didome
30 îlon, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh jî di roja 13’yan de li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û li dijî kuştina Jîna Emînî bê navber diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ qêriyan.

Li bajarê Sine bi pêşengiya jinan li çend herêmên bajêr bi diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ xelk daket qadan û xwepêşandan kir.

Li Tahranê jî careke din diruşmeyên ji bo rûxîna komara Îslamî ya Îranê bilind bûn û çalakî hatin kirin.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, li Tahranê xwepêşandêran heya demeke dirêj dest danîn ser qeymqamtiya bajêr. Li parêzgeha Mazinderan û Gîlan ên dikevin Bakurê Îranê, xelk daket qadan. Tê gotin heya niha herî zêde li van parêzgehan xwepêşandêr hatine kuştin.

Yek ji cihên din ku carek din rabûye serxwe, bajarê Meşhed bû, li Meşhed xelk nerazîbûna xwe anî ziman û xwepêşandan kirin. Li Qumê jî xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin û bê navber diruşmeyên ji bo rûxîna rejîmê bilind bûn. Li van herêman di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de alozî çêbû.

Li parêzgeha Kirmanê jî xelk daketin qadan, duh li vê parêzgehê hêzên ewlekariyê êrişî xwepêşanderan kirin. Li Yezid, Sîstan, Beluçistan, Xozistan, Tewrêz, Wirmê û Kirmaşanê jî xwepêşandan dewam kirin. Li Bender Ebasî ya dikeve Başûrê Îranê jî bi heman awayî welatî daketin qadan û bê navber diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ qêriyan.

Xwepêşandan hema bêje li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Hêzên Îranê li her deverê êriş dikin, dest bi binçavkirina çalakvanan kirine.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê duh êvarî derbarê xwepêşandan û nerazîbûnên li seranserî Îranê hene de daxuyaniyek da. Rêxistinê di destpêkê de êriş û zextên rejima Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezarkir û carek din daxwaz ji civaka navdewletî kir pêşî li kuştina xwepêşanderan a ji aliyê hikûmeta Îranê ve tê kirin bigrin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de cih da bîlançoya dawî ya kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin û diyarkir heta niha li seranserî Îranê di xwepêşandanan de 83 hatine kuştin.

Rêxistinê eşkere kir heta niha 26 kes li Mazenderan, 11 kes li Gîlan, 11 kes li Azerbaycana rojhilat, 6 kes li Kirmaşan, 6 kes li Sine, 5 kes li Elburz, 4 kes li Tehran, 2 kes li Kuhgîloye û Buyar Ehmed, 2 kes li Esfehan, 2 kes li Xoresana Rezewî, 2 kes li Zencan, 2 kes li Qezwîn, 1 kes li Azerbaycana Rojhilat, 1 kes li Simnan, 1 kes li Îlam û 1 kes jî li Buşêhr di xwepêşandan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Her wiha diyar kir bi hezaran xwepêşander û çalakvanên civaka sivîl hatine binçavkirin û pêla binçavkirinan berdewam e.