Pûtîn serxwebûna 2 herêmên Ukraynayê îlan kir

Vladimîr Pûtîn serxwebûna herêmên Herson û Zaporijya yên Ukraynayê îlan kir. Rûsyayê her du herêm îlhaq kiribûn.

Pûtîn serxwebûna 2 herêmên Ukraynayê îlan kir
30 îlon, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê di Sibata 2022’yan de herêmên Zaporijya û Hersonê ku îlhak kiribû û li herêmên Donetsk û Lûhanskê ku berê serxwebûna xwe ragihandibûn, referandumek çêkir. Li her çar herêman jî dengê ‘erê’ derket.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn pêncşemê êvarî bi biryarnameyekê Herson û Zaporijya wek ‘dewletên serbixwe û serwer’ nas kirin.

Vê înê ji bo fermîbûna îlhaqa her çar herêman dê li Moskovê merasîmek were lidarxistin.