​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sedr kilîtên bandora li ser rewşa siyasî ya li Iraqê ji dest dan

Rojnameyên erebî yên vê sibehê diyar kir ku serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr “kilîtên bandora li ser jiyana siyasî ya li Iraqê ji dest dan”, her wiha Yemen jî li pêş du vebijêrkan e; yan dirêjkirina dema agirbestê yan jî ji nû ve şer.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sedr kilîtên bandora li ser rewşa siyasî ya li Iraqê ji dest dan
30 îlon, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

‛SEDR LI HEMBER ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ ÇI JI DEST DA?’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewest wiha nivîsand: "Piştî rojeke germ li Iraqê, ku bi civîna dayîna baweriyê ji serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî re û hilbijartina cîgirê wî Muhsin El Mendelanî ji Çarçoveya Hemahengiyê dest pê kir û bi pevçûnên li derdora Herêma Kesk bi dawî bû, serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bi twittekê got ew radestî rewşa heyî dibe. Di heman demê de alîgirên hêzên şîe bi wergirtina kilîtên hevsengiya siyasî pîroz dikirin. Gelo Sedr hêza xwe ya rahênanan ji dest da û belgeyên wê yên bandorkirinê neman?

Ji dema alîgirên Tevgera Sedr di Tebaxê de derbasî Herêma Kesk bûne û bi hêzên alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê re ketin nava pevçûnan, Sedr hîmê xwepêşandana aştiyane şikand ku ber bi tundiyê ve naçe. Ji wê demê ve, tu kes nikare gel li dijî partiyên siyasî derxe."

‛YEMEN LI PÊŞ DU VEBIJÊRKAN E; DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ YAN JÎ VEGERA ŞER’

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El Ereb ev tişt nivîsand: "Aliyên siyasî yên yemenî diyar dikin ku israra Hûsiyan li ser dayîna mûçeyan ji bo karmendên li herêmên di bin kontrola wan de ku ji hêla hikumeta ji aliyê navneteweyî ve naskirî, wek şertek ji bo dirêjkirina agirbestê, Meclisa Fermandariya Serokatiyê dixe helwesteke dijwar.

Agirbesta navneteweyî ya niha di 2’yê Cotmehê de bi dawî dibe. Nûnerê NY’yê yê taybet bi Yemenê Hans Grundberg ji bo dirêjkirina agirbestê hewl dide. Herî dawî jî serdana wî ya çarşemê ji Senayê re ku Hûsî ji 2014’an ve kontrol dikin. Ew serdan jî bi hêviya fermandariya siyasî ya koma bi alîgira Îranê nermbûnekê nîşan bidin. Lê ew hewldan heta vê kêliyê li beramberî serhişkiyeke mezin in.

Aliyên yemenî da zanîn ku gok di yarîgeha Meclisa Fermandariyê de ye ku xwe li pêş du vebijêrkan dibîne. Ya yekemîn erêkirina şertên Hûsiyan e. Ev jî dê meclisê bixe nava helwesteke dijwar û dê rexnegirên li hundir êrişî wê bikin û eşkere bikin ku ew nikare rêveberiya qonaxa demkî bike. 

Ya duyemîn jî, redkirina dayîna mûçeyên karmendên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ye."

‛KAXIZA SPÎ DI HILBIJARTINÊN SEROKATIYA LUBNANÊ DE BI SER DIKEVE’

Li ser rewşa Lubnanê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Parlamentoya Lubnanê duh di hilbijartina serokkomarekî nû de bi bin ket. Di dengdayîna li ser hilbijartina serkkomarekî nû de kaxiza spî serwer bû.

Serokê Meclisa Nûneran Nebî Berî di navbera Nîsana 2014’an û Cotmeha 2016’an de banga lidarxistina zêdetirî 44 civînan kiribû. Lê di civîna 45’an de ku di 31’ê Cotmeha 2016’an de li dar ketiye, Mîşêl Ewn bû serokkomar, ew jî piştî 2 sal û nîvan ji valahiyê.

Ji bo bersivdana banga ji nişka ve ku Nebîh Berî kiriye, rûniştina yekemîn ji bo hilbijartina serokê 14’an ji komarê re bi beşdariya 122 parlamenteran ji tevahiya 128 parlamenteran li dar ket. Li gel temambûna mafê qanûnî yê lidarxistina dewreya hilbijartinê ya yekemîn ku 86 parlamenter amade bûn, encamên dengdayînê wiha bûn; Mîşêl Ewn; 36 deng, Selîm Ide; 11 deng, kaxizên spî; 63, kaxizên betal bûne; 12.

Berî rûniştin heta demeke nediyar taloq kir. Lê şert kir ku di civîna bê de lihevkirin hebe. Dê civîn di navbera 10-15 rojan de li dar bikeve.”

(fr)