Li navendeke perwerdê ya Kabulê teqîn: 19 kes hatin kuştin

Li navendek perwerdeyê ya li Kabulê teqînek mezin çêbû û di encamê de 19 kes hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.

Li navendeke perwerdê ya Kabulê teqîn: 19 kes hatin kuştin
30 îlon, 2022   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Polîsan ya Efganistanê ragihand ku li navendeke perwerdê ya li Kabulê teqînek çêbûye û di encamê de 19 kes hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyeke Rêveberiya Polîsan ya Efganistanê, li navendeke perwerdeyê ya li Kabulê teqîneke mezin çêbûye. Li gorî daxuyaniyê di encama teqînê de 19 kes hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.