‘PDK`ê bi zanebûn nehişt komîteya ewropî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike’

Siyasetmedar û hiqûqnasan diyar kir ku PDK’ê bi zanebûn rê neda komîteya ewropî ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike, da ku sûcên dewleta Tirk veşêre.

‘PDK`ê bi zanebûn nehişt komîteya ewropî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike’
30 îlon, 2022   06:58
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Dagirkeriya Tirk ji Nîsana 2022`yan ve êrişên dagirkerıyö li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê  pêk tîne, her wiha çekên kimyewi, gazên jehrî û qedexekirî bi kar tîne.

Rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 27`ê Îlonê de li Dihokê nehişt komîteya ewropî derbasî gundê Hiror ê Kanîmasiyê bibe, ji bo ku li ser çekên kîmyewî lêkolîn bike.

Têkildarî wê, serokê Nivîsgeha Partiya Komarê ya Kurdistanê ya Hesekê Mihemed Ehmed destnîşan kir ku nehiştina her rêxistineke navneteweyî ku erka xwe bi cih bîne, sûc e. Her wiha anî ziman ku PDK`ê rê li ber vê rêxistinê venekir da ku eşkere nebe ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîne.            

‘JI BO PARASTINA DEWLETA TIRK NEHIŞTIN KOMÎTE LÊKOLÎNÊ BIKE’

Ehmed di axaftina xwe de anî ziman ku PDK`ê qedexe kir ku rêxistin lêkolîn bike, ji bo dewleta Tirk biparêze û got: “Divê PDK piştigriya vê rêxistinê bike û şert û mercan guncaw peyda bike da ku erka xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk eşkere bike.”

Ehmed di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku qedexekirina PDK`ê ji rêxistinê re, delîl e ku ew di pêkanîna êrişan de hevkarê dewleta Tirk e. PDK dixwaze bi dewleta Tirk re li dijî gelê Kurdistanê, partiyeke hevkar ava bike.

TEVGERÊN NEQANÛNÎ

Hiqûqnas û endamê Sandîkaya Parêzeran Kawa Fatimê jî diyar kir ku tu qanûn nîn e ku rê li komîteyê bigire ji bo erkên xwe yên şopandina rastiyan û eşkerekirina bikaranîna çekên qedexekirî yên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê, an jî li her devereke din a cîhanê bi cih bîne.

Kawa wiha pê de çû: “Rêxistin ji civaka sivîl e, sifetên wê yên fermî tune ye û ne jî girêdayî tu dewletan e, ew ji bo armanceke mirovahî dixebite. Li gorî erka exlaqî û mirovahî divê rê li ber veke da ku erka xwe di şopandina rastiyê û eşkerekirina bikaranîna çekên kimyewî li dijî şervan û sivîlan de bi cih bîne.”

Kawa kiryarê PDK`ên şermezar kirin û got: "Em vê yekê şermezar dikin û divê komîte bi sifetê xwe wek komîteya eşkerekirina rastiyê ji raya giştî re, PDK`ê lome bike û kiryarên wê şermezar bike ji ber nahêle erka xwe pêk bîne."

(dm)

ANHA