​​​​​​​Gelo dê ‘Hevpeymana Rêveberiya Dewletê’ aloziya siyasî ya Iraqê çareser bike?

Komeke hêzên siyasî yên iraqî ji bo avakirina hikumeta nû hevpeymaneke berfireh ava kir. Ji bilî Tevgera Sedr piraniya endamên vê hevpeymanê aliyên hevrik in. Çavdêr, îhtîmala ku Sedr careke din belgeya xwepêşandana vegerîne, dûr dixin.

​​​​​​​Gelo dê ‘Hevpeymana Rêveberiya Dewletê’ aloziya siyasî ya Iraqê çareser bike?
30 îlon, 2022   05:39
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Di çend saetên dawî de, guhertinên nû di rewşa Iraqê de çêbûn. Roja çarşemê serokatiya parlamentoyê belgeya jinûve destpêkirina civînên parlamentoyê derxist ku piştî derdora 2 heman ji ber êrişa alîgirên Sedr a li ser parlamentoyê sekinîbûn.

Her wiha dengdana li ser îstîfaya serokê parlamentoyê Mihemed El Helbûsî ji wezîfeyê di rojava parlamentoyê de bû. Li gorî cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Şaxwan Ebdullah, îstîfaya El Helbûsî gaveke plankirî bû, armanc jê teqeziya li ser rewatiya wî bû. Ev yek di parlamentoyê de çêbû û îstîfaya El Helbûsî hat redkirin.

Gava jinûve destpêkirina xebata parlamentoyê hat avêtin, di demekê de ku Sedr banga hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext dike. Lê helwesta Tevgera Sedr gelekî lawaz e. Di rojên dawî de hevpeymana bi navê ‘Rêveberiya Dewletê’ ji aliyê hêzên siyasî ve ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê hate avakirin. Çarçoveya Hemahengiyê, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hevpeymana Ezim a bi serokatiya Musena Samrayî, bloka Babîliyûn a Xiristiyan, hevalbendên Sedr ên berê; Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hevpeymana Serwerî ya Sunnî ya bi serkêşiya Xemîs Xencer û parlamenterên serbixwe di nava vê hevpeymanê de cihê xwe digirin. Çavdêr dibêjin ku ev hevpeymanî dergehê hilbijartina serokkomar û avakirina hikumetê ye.

Diyar e ku ev hevpeyman wekî cureya tê gotin “zewaca ji bo berjewendiyan” ku ji piraniya parlamentoyê pêk tê. Lê çavdêrên kar û barên Iraqê ragihandina vê hevpeymanê "lez" dibînin. Ji ber nakokiyên mezin û kûr di navbera hêzên di nava vê hevpeymanê de hene, di nav de dosyaya serokkomar û hikumetê, dosya peterolê û biryara Dadgeha Federal a radestkirina petrolê ji bo Bexdayê .

ʹENCAMÊN SIYASÎ KARÎBÛ HEMÛ HÊZÊN SIYASÎ KOM BIKINʹ

Serokê Navenda Geşkirinê ya Ragihandinê ya Iraqê Dr. Ednan Sîrac di hevpeyvînekê li gel ANHAʹyê de ev mijar nirxand.

Ednan Sîran behsa encamên avakirina Hevpeymana Rêveberiya Dewletê kir û got: “Çareseriya siyasî ya niha ye ku hêzên siyasî piştî demeke dirêj ji xetimîna siyasî û bêdewletbûnê gihîştine, di destpêkê de dê hikumeteke serkeftî û xizmetkar be. Ev hevpeymanî encamên siyasî ne ku karibû hemû hêzên siyasî kom bike, di encamê de ev proje derket ku dê li pêşiya hilbijartina hikumeta Iraqê ya bê berpirsyar be ku di radeya yekemîn de hikumeteke serkfetî û ya xizmetê be."

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Wasiq El Cabirî têkildarî rola vê pevpeymaniya nû got: "Hevpeyman di qezencekirin û îqnakirina şirîkên din di prosya siyasî û gavên ji bo avakirina hikumeta Iraqê de bi ser ket. Lê daxwaz ji wan hêzan hene ku divê hikumeteke bi tevahî erkan ava bikin û parlamento li karê xwe vegere.”

El Cabirî îşaret pê kir ku diyalog û axaftinên dirêj çêbûn û bernameya hikumetê pêşkêşî El Sûdanî hate kirin, her wiha li ser astên navxweyî, herêmî û navneteweyî lihevkirin çêbûn û têgihiştineke li ser xetereya pêvajoya heyî heye.”

El Cabirî axaftina xwe wiha domand: "Hêzên siyasî bi Çarçoveya Hemahengiyê re dan û standinê dikin, ji ber ku bloka herî mezin e û dê hikumetê ava bike. Ji ber vê yekê dê gavên ji bo avakirina hikumetê bidomîne. Tu îtîraz li cem El Sûdanî tune ye. Dîsa jî Tevgera Sedr raste rast îtîraz li ser El Sûdanî nekir. Lê ruxmî vê yekê cûreyeke diyalogan di navbera Sedr û Hemahengiyê de heye. Di diyar e ku şandeya diyalogan a Sedr nerm e, dibe ku qezencî an jî bi awayek rasterast an nerasterast parekê di hikumetê de bi dest bixîne. Di encamê de rewş ber bi lidarxistina civînên palamento û hikumetê li diyarkirina dema hilbijartinên pêşwext ve diçe.”

Sîrac anî ziman ku di dema heyî nakokiyên siyasî de tune ne û wiha pê de çû: "Ev hevpeymanî nakokiyan diqedîne û hêzên siyasî pêşberî rewşeke siyasî ya nû datînin. Ji ber vê yekê, ji bilî Tevgera Sedr aliyên siyasî gavek avêtin. Ez di wê baweriyê de me ku dê ber bi avakirina hikumetê ve biçin û herî kêm serokkwezîrê bê were erkdarkirin."

ʹJI BO BEŞDARBÛNA SEDR DI VÊ HEVPEYMANÊ DE DERIYÊ DIYALOGÊ HÎNA VEKIRÎ YEʹ

Sîrac îşaret pê kir ku Tevgera Sedr têkildarî hevpeymana nû nêrîna xwe ranegihandiye û wiha axaftina xwe domand: "Li gorî nêrîna min, hayê Tevgera Sedr ji her tiştî heye, ji ber ku hevalbendên wî yên berê an ku El Helbûsî û Barzanî di vê hevpeymanê de ne. Her wiha deriyên diyalogan li ber tevlêbûna Sedr di vê hevpeymanê de vekirî ne. Dibe ku boneyên olî rola xwe di paşxistina nêrîna Sedr de bilîzin, lê ez di wê baweriyê de me ku her kes çareseriya siyasî dixwaze ku nekeve ber tu pêşkeftinek ku bibe sedema tundî û rijandina xwînê di navbera aliyên siyasî de.”

Niha Sedr li pêşberî maf û helwesteke siyasî ye ku girêdayî nêrîna wê ya siyasî ji bo qonaxa bê. Hevpeymanî ji berê vekirîtir bûye û derfeta lihevkirina bi Tevgera Sedr re heye, ji ber ku aliyên di nava hevpeymanê de hene nêzî Tevgera Sedr in û dan û standin dê  hêsan bin û ji berê bêtir kêm zehmetî bin.”

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Wasiq El Cabirî têkildarî tişta ku dibe Sedr di rojên bê de bike, got: "Heta niha Tevgera Sedr ranegihandiye ku dê bi hikumeta bê re çi bike. Nêrîneke diyar a Tevgera Sedr ji bo pêvajoya bê tune ye. Lê diyar e ku goga xwepêşandana û rûbirûbûnê mîna ku li herêma Kesk derketibû, dubare nake."

ʹÎSTÎFAYA EL HELBÛSÎ PLANKIRÎ BÛ, JI BO QEZENCKIRINA REWABÛNÊ YEʹ

El Cabirî sedema îstîfakirina El Helbûsî spart vê yekê ku dixwaze meşrûiyeta xwe û baweriya hêzên siyasî bi xwe ve vegerîne û diyar kir ku rewşa siyasî ya nû û ya piştî avakirina vê hevpeymanê hwecedarî hilbijartinê ye ku kesên guncaw ji bo parlamentoyê were hilbijaritn.

Wasiq El Cabirî di dawiyê de got: "El Helbûsî ji aliyê endamên Çarçoveyê de nehat hilbijartin. Di rûniştina hilbijartinê de endaman boykot kirin. Dibe ku dixwaze vê îstîfayê bi kar bîne û ji hêzên siyasî dixwaze ku biçin gel wî û garantiyan bidin wê, ji ber ku Çarçoveya Hemahengî garantiya mayîna wî li ser wezîfeyê nedabû. Her wiha El Helbûsî ji vê îstîfayê dixwaze hêzên siyasî îstîfaya wî qebûl bikin, ji ber ku îstîfaya wî wê rewşa siyasî tev lihev bike û dê aliyên din ên siyasî jî tev lihev bike ku gelek hevrik hene.”

Tevî ku der barê geşdanên dawî yên Iraqê de tu daxuyanî ji aliyê Tevgera Sedr ve derneketine, lê nakokiyên di nava hevpeymana mezin de û derfetên derketina rûbirûbûneke mezintir, rewşê ber bi awayekî trajedîk ve bi dawî bike mîna ku tê gotin “zewaca ji bo berjewendiyan” bi berdanê bi dawî bibe.

ANHA