Li Şêmeqsûdê dibistaneke din vedibe

3 dibistanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekaran vekirin. Di wan dibistanan de materyalên Rêveberiya Xweser bi zimanên kurdî û erebî tên xwendin. Her wiha ji bo xwesteka zêde ya gel dê dibistana 4’an jî were vekirin.

Li Şêmeqsûdê dibistaneke din vedibe
30 îlon, 2022   06:07
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 dibistan ji bo perwerdeya bi materyalên Rêveberiya Xweser li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin vekirin û destpêka sala nû ya 2022-2023’yan xwendekar pêşwaz kirin.

Dibistana yekemîn, Dibistana Şehîd Qehreman a Seretayî ye. Di sala 2018’an de hate vekirin û li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê ye, ya duyemîn jî bi heman navî ye; dibistana perwerdeyê ya navîn û amadehî ye û li heman beşê ye û di 2019’an de hate vekirin. Dibistana sêyemîn jî, Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat e û di 18’ê Îlona îsal de hate vekirin. Dibistan li Şiqeyêf a Helebê ye, tê de 3 qonaxên xwendinê; seretayî, navîn û amadehî hene.

Li her sê dibistanan nêzî 300 xwendekar hene. Hejmara mamosteyan jî 37 e.

Her pêkhateyek li her sê dibistanan bi zimanê xwe yê dayikê di refa yekemîn û duyemîn de dixwînim. 3 waneyên zimanê kurdî di hefteyê de ji pêkhateya Ereb re û 3 waneyên zimanê Erebî di hefteyê de ji pêkhateya Kurd re tên dayîn. Ew jî di refa sêyemîn a seretayî de dest pê dike. Waneyên zimanê ingilîzî jî ji refa 5’an de dest pê dikin.

Têkildarî mijarê mamoste Medîne Mihemed wiha got: "Em hemû waneyan li gorî materyalên Rêveberiya Xweser didin. Em bawer in ku dikarin nifşekî rewşen û zana bigihînin."

Pênûs, lênûsk û çente û pirtûk bê pere li xwendekaran hatin belavkirin.

Endama rêveber a Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, Xedîce Gedro wiha got: "Em bi gavên sabît bi pêş de diçin û her salê pêşketinan pêk tînin. Me bi qonaxa seretayî dest pê kir, bi wê re em derbasî qonaxên navîn û amadehî jî bûn. Me xebata vekirina dibistaneke din jî da destpêkirin."

Xedîce Gedro wiha domand: "Her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne. Pêkhateya Ereb waneyên xwe bi zimanî erebî û pêkhateya Kurd jî bi zimanê kurdî dibînin. Pêwîstî hebû ku dibistaneke nû were vekirin. Ji ber hejmara xwendekaran zêde ye. Wê jî hişt em îsal dibistaneke din vekin."

Xedîce Gedro da zanîn ku dibistaneke din ji bo qonaxên navîn û amadehî li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê tê avakirin, bi wê re li 4 dibistanan bi materyalên Rêveberiya Xweser waen tên dayîn.

Di dawiyê de Xedîce Gedro got: "Divê şênî ji zarokên xwe re rêya rast nîşan bidin da ku ziman û çanda xwe bizanin ku di dîrokê de rastî qirkirinê tê. Ji ber zimanê mirov, hebûn û nasnameya mirov e."

Li aliyekî din jî xwendekar Emîne Mistefa (7) wiha got: "Hezkirina min ji zimanê min re hişt îsal li Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn bixwînim."

Emîne Mistefa wiha domand: "Ez ji dibistan, ziman, wane û tîpên kurdî hez dikim. Bi hêvî me dema mezin bibim, bibim bijîşk. Ez kêfxweş im, ji ber ku bi zimanê xwe dixwînim. Ez dixwazim hemû zarok berê xwe bidin vê dibistanê ku bi hev re fêr bibin."

Xwendekar Tolîn Ehmed (8) jî wiha got: "Hêviya min bibim mamoste û zarokan fêrî zimanê kurdî bikim."

(fr)

ANHA