ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-9-2022`YAN
29 îlon, 2022   23:00

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan şahiyek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevanê Ermen Boris Murazi diyar kir ku radestkirina 2 gerîlayên HPG`ê ji aliyê hikumeta Paşînyan ve ji bo dewleta Tirk, xiyaneta li armancên gelê Ermen e jî. Her wiha da zanîn ku hikumeta Ermenistanê herêm veguherandiye qada şer û ev gav tenê xizmeta dewleta Tirk dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê diyar kir ku ew li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî her êrişeke ku hewl dide ewlekarî û aramiya herêmên wan têk bibe, ne û got "Em ji xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, dernakevin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar û hiqûqnasan diyar kir Ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bi zanabûn rê neda komîteya ewropî ku li ser bikaranîna çekên kîmawî lêkolîn bike, da ku sûcên dewleta Tirk veşêre û ji hesabxwestina navneteweyî biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên êlên bajarê Tebqayê xebat û hewldanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji bo tunekirina terorê dikin, silav kirin û bang li civata navneteweyî kirin ku xebatên hêzên leşkerî pêk anîne, temam bikin û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin ku jêderê terora li herêmê ye û piştevanê wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî herêmê de şerekî çekdarî û siyaseta jihevxistina hevgirtina civakê dimeşîne. Rewşenbîran têkildarî encamên vî şerê di pêşerojê de li ser herêmê hişyarî da û diyar kir ku hişyarî û perwerde rêbazên têkbirina vî şerî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine û sûcên desthilata Îranê li dijî jinan li Rojhlatê Kurdistan û Îranê, asta hovîtiya wan a qirker û kujer nîşan dide. Endama rêveberiya Desteya Jinan a herêma Efrînê bang li jinan kir ku li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

3 dibistanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekaran vekirin. Di wan dibistanan de materyalên Rêveberiya Xweser bi zimanên kurdî û erebî tên xwendin. Her wiha ji bo xwesteka zêde ya gel dê dibistana 4’an jî were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Komeke hêzên siyasî yên iraqî ji bo avakirina hikumeta nû hevpeymaneke berfireh ava kir. Ji bilî Tevgera Sedr piraniya endamên vê hevpeymanê aliyên hevrik in. Çavdêr, îhtîmala ku Sedr careke din belgeya xwepêşandana vegerîne, dûr dixin. (BI WÊNE)

ANHA