​​​​​​​‘Em li ser axa welatê xwe bazaran nakin, em ê piştgiriya hêzên xwe bikin’

Şêniyên Minbicê diyar kir ku ew li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî her êrişeke ku hewl dide ewlekarî û aramiya herêmên wan têk bibe, ne û got "Em ji xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, dernakevin."

​​​​​​​‘Em li ser axa welatê xwe bazaran nakin, em ê piştgiriya hêzên xwe bikin’
30 îlon, 2022   00:47
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker ji bo valakirina herêmê ji gelê wê û berfirehkirina dagirkeriya xwe, êrişên xwe didomîne. Sûcên herî hovane li dijî welatiyan dike û her cure çekan bi kar tîne.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Emîna Şêxo wiha got: "Em li herêmên xwe, di nava projeya neteweya demokratîk de, di ewlekarî û aramiyê de dijîn. Em cudahiyê naxin navbera pêkhateyên herêmê, lewma em ê rê nedin dagirkeriya Tirk axa me dagir bike."

Emîna Şêxo axaftina xwe wiha domand: "Dagirkeriya Tirk çi qasî topbarana xwe li ser herêmên me zêde bike jî, em ê li ser xaka xwe û li welatê xwe bimînin û em jê dernakevin. Em ê piştgiriyê bidin hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk."

Welatiyê bi navê Ebdulrehman Mihemed El Xanim jî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Em li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Û Em li hember her êrişekê ne ku hewl dide aramî û ewlehiya herêmên me têk bibe. Em wek yek malbatê dijîn, tu cudahî di navbera Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkezan de nîn e."

El Xanim wiha pê de çû: "Em ji xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan dernakevin.  Em ê li hemberî her dijminekî li ber xwe bidin, eger bi keviran be jî em ê li ber xwe bidin û welatê xwe yê ku em lê mezin bûne, terk nekin."

El Xanim herî dawiyê wiha got: "Ji bo ku em bi azadî û rûmet bijîn, me zarokên xwe feda kirin. Em ê li ser axa welatê xwe bazarê nekin, çi bi dewleta dagirker a Tirk re, çi bi hikumeta Şamê re, çi bi Îranê yan jî aliyekî din re. Ev welatê me ye û heya nefesa dawî em ê tê de li ber xwe bidin."

(hs)

ANHA