​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Rûspiyên êlên bajarê Tebqayê xebat û hewldanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji bo tunekirina terorê dikin, silav kirin û bang li civata navneteweyî kirin ku xebatên hêzên leşkerî pêk anîne, temam bikin û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin ku jêderê terora li herêmê ye û piştevanê wê ye.

​​​​​​​Rûspiyên Tebqayê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
30 îlon, 2022   03:33
TEBQA-EBDUREHMAN EL SALIH

Piştî zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ`ê di nav kampa Holê de û zêdebûna bûyerên kuştinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkarî û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 25`ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dest pê kir.

Di 17`ê Îlonê de jî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dauxyaniyekê bidawîbûna qonaxa duyemîn a pêngavê ragihand piştî ku hêzê armancên xwe pêk anîn, “Cîhazê Hesbe” û “Eşbal El Xîlafe” ji hev xist, gelek çete girt, miqdarên mezin ên çek û cebilxaneyê destser kirin ku şaneyan di êrişên xwe yên terorîst de bi kar dianîn.

Bi gelemperî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêngav bi erênî nirxand. Di nav de rûspiyên êlên Tebqayê hene. Rûspiyan armancên pêngavê bi erênî nirxandin.

Têkildarî mijarê rûspiyê qebîleya El Welda Hamid El Ferec Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi pêngava “ewlehî û aştiyê” bi nav kir û got: “QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi sibê û şev kar dikin da ku ewlehiya herêmê û şêniyan ji hemû êriş û gefan biparêzin. Nexasim xetereya şaneyên DAIŞ`ê ku hîna ev xetere li kampa Holê heye.”

El Ferec ji ber xetereya wan çeteyan hişyarî da û got: “Çete bi hemû rêbazan hewl didin ewlehiya kampê têk bibin. Piştî ku gelek sûcên kuştinê li kampê pêk hatin, hêzên leşkerî ev pêngav ragihand. Da ku vê xetereyê ji niştecihên kampê û şêniyên herêmê dûr bixin.”

El Ferec diyar kir ku ev şane destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin ku hewl dide bi hemû rêbazan DAIŞ`ê vejîne û erdîngariyekê ji wan re peyda bike ji bo terora xwe belav bike.

Her wiha El Ferec bang li hemû dewletên şerê terorê dikin ku li rex şêniyên herêmê bin û piştgiriya van pêngavan bikin ku armanc dikin kampê ji nîşaneyên terorê û tundrawiyê xilas bikin.

Di dawiyê de El Ferec destnîşan kir ku QSD`ê, jêdera ewlehiya herêmê ye û dê piştgiriya wê bikin da ku jêderên terorê û piştevanên wê tune bikin.

Têkildarî heman mijarê, rûspiyê êla El Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El Raşid, got: “Piştî ku me pêngav şopand, diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya van şaneyan dike da ku ajandeyên wê yên terorîst pêk bînin û destkeftiyên gelên herêmê têk bibin.”

El Raşid wiha pê de çû: “Dosyaya DAIŞ`ê li kampa Holê, gelek xetere ye. Divê hemû dewletên cîhanê bibin yek û helwesta xwe li hember sûcên di nav kampê de bi destê DAIŞ`ê pêk tên, nîşan bidin. Her wiha xebat û hewldanên hêzên me yên ji bo tunekirina vê xetereyê, temam bikin.”

Rûspiyê êla El Wehb a Tebqayê Cemal El Nihêtir jî got: “Ev pêngav, pêngaveke nirxandî û rast e. Gelek girîng e ji bo tunekirina jêderên terorê li herêmê û tunekirina şaneyên mayî yên di nav kampê de.”

El Nihêtir balkişand ser encamên pêngavê û got: “Ji pêngavê diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker destekê ji wan re pêşkêş dike da ku van kiryarên xwe yên terorîst pêk bînin. Nexasim ku gelek delîl û belgeyên vê yekê îsbat dikin, di nav kampê de hatin dîtin.”

El Nihêtir, bêdengiya navneteweyî li hember dosaya çeteyên DAIŞ`ê şermezar kir û bang li wan kir ku çeteyan di dadgehên navneteweyî de darizînin û wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin.

Di dawiyê de El Nihêtir anî ziman ku dê piştgiriya hêzên leşkerî û pêngavên wan bikin ku armanca wan a sereke parastina herêmê û rûmeta gelê wê ye.

 

(şx)

 

 

ANHA