Rojnamevanê Ermen: Radestkirina şervanên azadiyê xiyaneta li Kurd û Ermenan e

Rojnamevanê Ermen Boris Murazi diyar kir ku radestkirina 2 gerîlayên HPG`ê ji aliyê hikumeta Paşînyan ve ji bo dewleta Tirk, xiyaneta li armancên gelê Ermen e jî. Her wiha da zanîn ku hikumeta Ermenistanê herêm veguherandiye qada şer û ev gav tenê xizmeta dewleta Tirk dike.

Rojnamevanê Ermen: Radestkirina şervanên azadiyê xiyaneta li Kurd û Ermenan e
30 îlon, 2022   01:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê di 24`ê Îlonê de eşkere kir ku gerîlayên wan Leheng û Alîşer di Tebaxa borî de li Ermenistanê hatine destgîrkirin û hikumeta Ermenistanê teslîmî dewletaTirk kirine.

Li hember vê gava hikumeta Paşînyan bertekên tund derketin û ev gav wek “xiyanet” bi nav kirin.

Têkildarî mijarê, rojnamevanê Ermen Boris Murazi ji ajansa me re axivî û radestkirina şervanên azadiyê ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve şermezar kir.

‘DERBA LI PIŞTA GELÊ KURD Û XIYANETA LI ARMANCÊN GELÊ ERMEN E’

Murazi got: “Wek welatiyekî Ermenistanê vî karî şermezar dikim. Bi hezaran Ermenên wekî min hene. Ev derbe li pişta gelê Kurd bû ku ji bo mafên xwe tê dikoşe. Ev tevgera hikumetê tu eleqeya xwe bi gelê Ermen re nîn e. Mixabin hikumeta îro ya Komera Ermenistanê ji bo armancên gelê Ermen jî bûye xayîn.”

Boris Murazi diyar kir ku divê gelê Kurd vê helwestê wek dijberiya hikumeta Ermenistanê ya heyî li dijî gelê Ermen jî bihesibîne û destnîşan kir ku bi sed hezaran Ermen li dijî vê hikumetê sekinîne, ji ber ku wan wek xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dihesibînin.

Murazi di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Qerebaxê yê 2020`an û got: “Vê hikumetê di sala 2020`an di şerê Qerebaxê de artêşa Ermenistanê bi xayîntî bi rê ve bir û heta îro ji bilî Ermenistanê xizmeta her kesî dike. Kurd û Ermen hevalbendên xwezayî ne û ev hikumeta Ermenistanê nikare dostaniya gelan xera bike. Bawer im di gelek mijaran de divê Ermen û Kurd bi hev re li dijî dewleta Tirk bisekinin.”

‘DIVÊ EM XELETIYÊN BERÊ DUBARE NEKIN’

Boris Murazi têkoşîna gelê Kurd a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û got Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe mînakeke hêja nîşanî cîhanê didin. Her wiha tekezî bi xurtkirina têkiliyên gelên Kurd-Ermen kir û destnîşan kir ku gelek tiştên hevpar ên her du gelan hene û wiha domand: “Girîng e ku dijmin wekî sedsala berê nikaribin careke din dijminatiyê bixin nav gelê Kurd û Ermen de. Mafê me nîn e em xeletiyên berê dubare bikin.”

Murazi gava hikumeta Paşînyan wek xiyanet bi nav kir û got ew yek dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk.

Rojnamevanê Ermen Boris Murazi da zanîn ku di encama xebata 4 salan a hikumeta heyî ya Ermenistanê de gelê Ermen zêdetirî 9 hezar kîlometre çargoşe xaka xwe winda kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Artêşa Ermenistanê di rewşeke xirab de ye. Em ji bo her kesî, ji bo hevalbendan jî bûne dewletek bêhêz. Hikumeta bi serokatiya Paşînyan Ermenistan herêmê veguherandiye qada şer. Li vir Tirkiye, Amerîka, Rûsya û Îran hewl didin pirsên xwe zelal bikin. Di encama xebatên hikumeta Paşînyan de Ermenistan jî bûye mîna Sûriyê.”

(cx)

ANHA