​​​​​​​ʹŞerê taybet alaveke dewleta Tirk a wêrankirin û valakirina herêmê yeʹ

Dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî herêmê de şerekî çekdarî û siyaseta jihevxistina hevgirtina civakê dimeşîne. Rewşenbîran têkildarî encamên vî şerê di pêşerojê de li ser herêmê hişyarî da û diyar kir ku hişyarî û perwerde rêbazên têkbirina vî şerî ne.

​​​​​​​ʹŞerê taybet alaveke dewleta Tirk a wêrankirin û valakirina herêmê yeʹ
30 îlon, 2022   04:38
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û behsa hewldanên lihevhatina bi hikumeta Şamê re dike. Ev yek niyet û hewldanên wê yên sepandina dagirkerî û hegemonyaya xwe nîşan dide.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, armancên dewleta Tirk a dagirker ên destwerdana di Sûriyê de eşkere ne. Dewleta Tirk tevgera Sûriyê ji hev xist û bi hemû rê û rêbazan şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Nûrî Ehmed diyar kir ku di daxuyaniyên rayederên Tirk de asta nefret û nîjadperestiya li dijî Kurdan diyar dibe û got: "Ev yek ji rêbazên şerê taybet e ku armanc jê belavkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û şantajkirina gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet, rewakirina dagirkeriya xwe ya li Sûriyê li pêşiya raya giştî ya cîhanê û sînordarkirina desteka navneteweyî ji bo pirsgirêka Kurd re ye."

Ehmed îşaret bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan kir û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker xwe dispêre îstîsmarkirina gelan û komkujiyên li dijî gelên ku dijminatiya wan dike.

Nûrî Ehmed bi domdarî got: "Dewleta Tirk a dagirker ʹArtêşa Nîştimanî ya Sûriyêʹ li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Ev yek di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de eşkere bû. Heman demê hin kesên lawaz ên di civakê de wekî sîxur û ajanan li dijî pêşengên şoreşê yên gelê xwe bi kar tîne."

Ehmed îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû rêbazan bi kar tîne û got ji wan rêbazan, êrişên çekdarî yên domdar, belavkirina sîxuran, hêsankirina derbaskirina madeyên narkoktîkê, teşwîqkirina ciwanan ji bo koçberiyê û reşkirina modela Rêveberiya Xweser.

Hîndekarê Akademiya Civaka Demokratîk Ehmed Heyder da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di aliyê siyasî û leşekrî ji bo têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket, ji ber vê yekê serî li vî rêbazê şer dide.

Heyder diyar kir ku dewleta Tirk fermandarên leşkerî û rêveberên saziyên sivîl dike hedef, di van hedefan de, torên sîxur û ajanan bi kar tîne, her wiha ciwanan teşwîqî koçberiyê dike da ku herêmê vala bibe.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Nûrî Ehmed jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di vê dema heyî de bi awayekî mezin hewl dide wêneya Rêveberiya Xweser reş bike, bi rêya propagendaya koçberkirinê, ajanên xwe yên li hundir û derve, her wiha bi alîkariya hin partiyên kurdî yên girêdayî xwe, ciwanan teşwîq bike û di encamê de herêmê ji wan vala bike.

Mihemed Nûrî Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk di pêkanîna şerê taybet de pispor e û dîroka wê bi şerên li dijî gelan dagirtî ye. Her wiha got, dewleta Tirk hewl dide herêmê ji gelê wê vala bike û hêviyên gel di jiyana hevbeş û rihê nîştimanperwereyê de têk bibe.

Ehmed Heyder îşaret bi rêbazên sekna li hemberî şerê dewleta Tirk a dagirker û bi taybet şerê taybet kir û ev tişt anî ziman: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriy dikare li hemberî hemû rêbazan bisekine. Ev yek bi yekitî, ragihandina seferberiya giştî, hişyarî û perwerdekirinê pêkan e. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku tevna civakî ya hevgirtî ji hev bixîne."

Ehmed Heyder her wiha bal kişand ser bandorên şerê taybet li civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema ku perwerdeyên pêwîst tune bin û wiha got: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heke em destkeftiyên şehîdan û yên xwe neparêzin, wê herêm ber bi karesatekê ve biçe û wê ji niştecihên wê vala bibe. Li ser vê yekê divê em yek bin, asta zanebûna siyasî, exlaqî û fikrî xurt bikin û destkeftiyên xwe biparêzin."

ANHA