Komîteya Zarokan a Şilêr: Armanca hedefgirtina zarokan tunekirina siberoja gelan e

Komîteya Zarokan a Şilêr bi daxuyaniyekê bûyera destavêtina li ser zarokekê li Belucistanê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca hedefgirtina zarokan tunekirina siberoja gelan e.

Komîteya Zarokan a Şilêr: Armanca hedefgirtina zarokan tunekirina siberoja gelan e
29 îlon, 2022   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Zarokan a Şilêr têkildarî kuştina zarokan di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser herêmê û kuştina jinan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em êrişên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên li dijî gelê me bi taybet li dijî zarokan rojane berdewam dikin, şermezar dikin. Di encama êrişên dewleta Tirk de gelek zarok şehît dibin. Ji ber ku zarok û jin siberoja vê şoreşê ne, ev jî dibe sedem ku dewleta Tirk a dagirker taybet zarok û jinan yanî siberoja gelên herêmê ne, hedef bigirin û qetil bike.

Di van êrişan de gelek zarok birîndar bûn û ji mafên xwe yên jiyanê hatin mehrûmkirin. Dîsa di serhildanên ji bona kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê de gelek zarok hatin qetilkirin. Li Belucîstanê zaroka 15 salî jî rastî dest dirêjiyê hatiye. Em kuştina zarokan û destdirêjiya li ser beden û fikrên zarokan û kuştina Jîna Emînî, jinên rojane dibin hedefa desthilatdariyê, şermezar dikin.

Pêwîste em li dijî kuştina zarokan rabin û qebul nekin ku zarok werin kuştin. Li beramberî van êrişan pêwîste hêzên navneteweyî û rêxistinên parastina mafên zarokan li erkên xwe xwedî derbikevin. Pêwîste hemû kesên xwedî wîjdan li hemberî kuştina jin û zarokan bêdeng nemînin.”