bîlançoya qurbaniyên xwepêşandanên li Îranê derket 83 kesan

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand li gor agahiyên li ber destê wan, heta niha di xwepêşandanên li seranserî Îranê de 83 kes hatine kuştin û gelek ji wan temenê wan di jêr 18 saliyê de ne

bîlançoya qurbaniyên xwepêşandanên li Îranê derket 83 kesan
29 îlon, 2022   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê der barê xwepêşandan û nerazîbûnên li seranserî Îranê hene de daxuyaniyek da. Rêxistinê di destpêkê de êriş û zextên rejima Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezar kir û carek din daxwaz ji civaka navdewletî kir ku pêşî li kuştina xwepêşanderan a ji aliyê hikumeta Îranê ve têkirin bigrin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de cih da bîlançoya dawî ya kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin û diyar kir heta niha li seranserî Îranê di xwepêşandanan de 83 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha diyar kir kesên hatine kuştin ji 16 parêzgehên cûda yên Îranê ne û bi destê hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.

Rêxistinê eşkere kir heta niha 26 kes li Mazenderan, 11 kes li Gîlan, 11 kes li Azerbaycana rojhilat, 6 kes li Kirmaşan, 6 kes li Sine, 5 kes li Elburz, 4 kes li Tehran, 2 kes li Kuhgîloye û Buyar Ehmed, 2 kes li Esfehan, 2 kes li Xoresana Rezewî, 2 kes li Zencan, 2 kes li Qezwîn, 1 kes li Azerbaycana Rojhilat, 1 kes li Simnan, 1 kes li Îlam û 1 kes jî li Buşêhr di xwepêşandan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Her wiha diyar kir bi hezaran xwepêşander û çalakvanên civaka sivîl hatine binçavkirin û pêla binçavkirinan berdewame.