dagirekriya Tirk Biradost topbaran kir

Tirkiye bi dijwarî Geliyê Reş, Kem Kora, Tarista û Çiyayê Şekyo yên Biradost topbaran kir.

dagirekriya Tirk Biradost topbaran kir
29 îlon, 2022   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji saetên sibehê ve dewleta Tirk a dagirker dest bi bombebarankirina herêma Biradost kiriye.

Dewleta Tirk careke din Geliyê Reş, Kem Kora, Tarista û Çiyayê Şekyo yên Biradost topbaran kir.

Hêjayî gotinê ye ku Îran jî ev 6 roj in xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birînar bûn.