Saziyên civaka sivîl êrişên dagirkeriya Tirk û şehîdxistina şehîd Zeyneb û Yilmaz şermezar kir

Saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina welatiyên herêmê şermezar kirin û bang kirin ku hesab jê were xwestin ji ber sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk tîne. Saziyan banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Saziyên civaka sivîl êrişên dagirkeriya Tirk û şehîdxistina şehîd Zeyneb û Yilmaz şermezar kir
Saziyên civaka sivîl êrişên dagirkeriya Tirk û şehîdxistina şehîd Zeyneb û Yilmaz şermezar kir
Saziyên civaka sivîl êrişên dagirkeriya Tirk û şehîdxistina şehîd Zeyneb û Yilmaz şermezar kir
Saziyên civaka sivîl êrişên dagirkeriya Tirk û şehîdxistina şehîd Zeyneb û Yilmaz şermezar kir
Saziyên civaka sivîl êrişên dagirkeriya Tirk û şehîdxistina şehîd Zeyneb û Yilmaz şermezar kir
29 îlon, 2022   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa, Reqa û Minbicê bi daxuyaniyên cuda êriş û hedefgirtina welatiyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El Hisên daxuyaniya meclisê li pêşiya navenda meclisê xwend. Li Reqayê jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li çerxerêya El Neîm daxuyanî xwend. Li Minbicê jî, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Sewsen Enwer Xelîl daxuyaniya meclisê li goristana şehîdan bi beşdariya endamên meclisê, saziyên sivîl û Saziya Gaziyan xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker rojane komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne beyî ku cîhan hesabê jê bixwaze. Ev êriş li ber çavên kesên banga azadî û aştiyê dikin pêk tîne.

Di daxuyaniyan de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina welatiyan bi taybet welatiyên cihê xwe di rêveberiyên saziyên li herêmê de digirn mîna hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero, didomîne. Bi vê yekê dixwaze nehêle ku Rêveberiya Xweser azadiyê û edaletê ji gelên herêmê re pêk bîne.

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û xilaskirina gelên herêmê hat dayîn.

MINBIC

Akademiya Şehîd Îsamîl Mûsa ya Akademiyên Civaka Demokratîk a Minbicê, bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Îranê şermezar kir.

Endama rêveberiya akademiyê Sena Receb daxuyanî xwend û tê de got: “Li ber çavên rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan, jin tên hedefgirtin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Duh şehîd Zeyneb Mihemed şehîd xist, beriya wê jî, şehîd Hevrîn Xelef û gelek jinên din ku çewisandin û bi karanîna jinan red kirin. Rêbazên şehîdxistinê cuda bûn lê armanc yek ew jî têkbirina vîna jinên berxwedêr e.

Divê civata navneteweyî, rêxisitnên hiqûqî û mirovî erkên xwe bînin cih û van sûcan û tundiya li ser jinan tên kirin, rawestînin û hesab ji sûcdarên wê bixwazin.”

REQA

Kombûna Jinan a Zenûbya li Reqayê daxuyaniyek têkildarî mijarê da. Daxuyanî ji aliyê endama Desteya Kombûnê Meryem Osman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êdî sûcên dewleta Tirk a dagirker hemû pîvanên exlaqî û mirovî yên tên naskirin derbas kirine.

Her wiha hat destnîşankirin ku divê civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê li hember sûcên li dijî welatiyên herêmê tên kirin berpirsyariyên xwe bînin cih.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji van êriş û sûcên li dijî gelên herêmê pêk tîne, armanc dike împeratoriya osmanî vegerîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Bi şehîdxistina rêveber û siyasetmedarên herêmê, projeya me ya demokratîk û şoreşa me dike hedef. Lê li hember van êrişan jî, îsrara me ya berxwedanê zêdetir dibe da ku ji vê dagirkeriyê xilas bibin.”

Di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan hat xwestin û soza parastina destkeftiyên şoreşê, pêkanîna serkeftinê û qewirandina dagirkeriyê hat dayîn.

EYN ÎSA

Têkildarî mijarê , jinên navçeya Eyn Îsa bi dauyaniyekê ku ji aliyê rêvberiya Mala Jinan a Eyn Îsayê Zehra Osman ve hat xwendin, sûcê ku li dijî hevserokatiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê pêk hatiye, şermezar kir û piştrast kir ku divê berxwedan û têkoşîna wan berdewam be.

 Her wiha banga darizandina dewleta Tirk û girtina qada hewayî li ber wê, kir.

Jinan sûcê ku dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirov ên biçek li dijî hevserokatiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero dema ku li ser nivîsgehên xwe yên şaxî li bajarok û gundên girêdayî kantonê digeriyan, pêk anî û di encama wê de şehîd bûn, şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk îsrara wan a bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê zêde dike. Her wiha bang li civata navneteweyî kirin ku destwedanê bike û dewleta Tirk li ser sûcên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê pêk tîne, darizîne û qada hewayî ya herêmê li ber wê bigire da ku mîna van sûcan dubare nebin.

(şx-dm)

ANHA