Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên şehîd Zeyneb Mihemed û Nermîn Sîno

Şêniyên bajarê Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Zeyneb Mihemed û şehîd Nermîn Sîno (Bêrîtan) re xwest. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da.

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên şehîd Zeyneb Mihemed û Nermîn Sîno
29 îlon, 2022   11:29
HESEKÊ 

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê hevseroka Nivîsgeha Edaletê Zeyneb Mihemed û şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nermîn Sîno (Bêrîtan). Konê sersaxiyê li taxa Til Hecer a Hesekê hate vedan.

Zeyneb Mihemed di 27’ê Îlonê de di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li çerxerêya gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê şehîd bû. Nermîn Sîno jî dema li bajarê Tebqayê erka xwe pêk dianî, şehîd bû.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Rojda Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Rojda Ehmed têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker got: "Roja ku hevala Zeyneb şehîd bû, artêşa Tirk a dagirker gundê Mişêrfa û El Esediyê yên navçeya Zirganê topbaran kirin. Di encamê de zarokên bêguneh bûn qurbanî."

Rojda Ehmed herî dawî got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker lawazbûn û binkeftina wê li pêşiya hêzên me yên ku ji bo azadiya gelê xwe fedakariyên giranbiha dikin, nîşan dide."

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb axivî. Silêman Ereb got: "Şehîd Zeyneb bi keda xwe ya bênavber, nûnertiya felsefeya demokratîk kir. Bi moraleke bilind tê koşiya, heta ku gihişt asta şehadetê."

Silêman Ereb bal kişand ser têkçûna planên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Niha jî bi balafirên xwe yên bêmirov ên biçek hewl dide aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.”

Silêman Ereb her wiha rexne li bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta dagirker kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Şiyar Hesekê jî soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû kir û got: "Em Hêzên Sûriya Demokratîk soza xwe ya şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina azadiya gelê xwe nû dikin."

Şiyar Hesekê wiha domand: "Em hêz û vîna xwe ji malbatên şehîdên xwe digirin. Em ê bi vê îradeyê teqez dijmin têk bibin."

Merasîma sersaxiyê bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(hs)

ANHA