Wezareta Karên Derve ya Iraqê nameya narazîbûnê pêşkêşî  balyozê Îranê kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, bang li balyozê Îranê yê li Bexda kir û li dijî êrişên Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nameya nerazîbûnê pêşkêş kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê nameya narazîbûnê pêşkêşî  balyozê Îranê kir
29 îlon, 2022   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Eshaf diyar kir ku ji ber berdewambûna êrişên Îranê yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê, îro bang li balyozê Îranê yê li Bexda kirine û nameyek nerazîbûnê ya tûnd pêşkêş kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Eshaf qet qala naveroka nameyê nekiriye.

Îranê duh baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) yên li Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî bîlançoya dawî, di encama êrişan de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan jineke ducanî ye. Her wiha piraniya wan sivîl 58 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê duh bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirîbû û xwestibû êriş dubare nebin.